Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin 2023-11-13 09:12:08 MÊRDÎN - Polîsan li navçeya Nisêbînê di sala 2015'an de di qedexeya kolanan de ji maşîneya zirxî gule reşandin û Selamet Yeşîlmen li ber deriyê mala wê ew qetil kirin. Di ser kuştina Yeşîlmen re 8 sal borîn, lê hêj kujer nehatine darizandin.  Di sala 2015'an de li gelek navçeyan rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Piştî îlankirina rêveberiyên xweser, walîtî û qeymeqamiyan derketina kolanan li welatiyan qedexe kir. Ji ber gel qedexe nas nekir û li dijî qedexeyan derket, li gelek bajaran şer derket. Yek ji navçeyên ku gel qedexe qebûl nekir û li dijî qedexeya kolanan derket jî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bû. Li navçeya Nisêbînê cara yekem di 1'ê Cotmehê de qedexe hat îlankirin. Piştre di 14'ê Adara 2016’an de qedexeyan dest pê kir û 7 carên din li ser hev qedexe hatin îlankirin. Dema qedexe hatin îlankirin, di encama gulebarana polîsên taybet de welatiyên bi navê Ahmet Sonmez (54), Şahin Turan (25), Selamet Yeşilmen (44), Hasan Dal (45), Musur Aslan (19), Abdulkadir Yilmaz (65), Muhammet Altunkaynak (20), Nurhan Kaplan (45), Şerif Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet Emin Înan (55), Cudi Teber (23), Mahsum Akdogan (19), Fehime Aktig (56), Hakan Dogan (15), Medeni Orak (45), Rohat Karakoç (25), Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pitek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehime Kurumaz (11), Dilşa Ak (59) û Emire Gok (39) bi giştî 24 sivîl hatin qetilkirin. Lê heta niha kujerê yek sivîlî jî nehat dîtin û nehatin darizandin. Hat îdîakirin ku di lêpirsînan de li gorî pîvnana lêkolîn hatiye kirin. Lê polîsên ku tev li kuştina mirovan bûn heta niha nehatin dîtin û darizandin.    DAYIKA DUCANî QETIL KIRIN   Li navçeya Nisêbînê yek ji sivîla hat qetilkirin, dayika 5 zarokan Selamet Yeşilmen bû. Polîsan Selamet Yeşîlmen ku ducanî bû, li ber deriyê mala wê tevî zaroka di zikê wê de qetil kirin. Polîsan piştî di 13'ê mijdarê de kolan hat qedexekirin, di 15'ê Sibatê de gule li Selamet Yeşilmen reşandin û li ber deriyê malê ew qetil kirin. Dema Yeşîlmen hat qetilkirin 5 mehan ducanî bû. Dema Yeşîlmen hat qetilkirin, zarokên wê Sevcan û Fikret bi hawara wê çûn. Dema zarokên wê çûn hawara wê, ew jî birîndar bûn. Her çend şahidan anîn ziman ku Selamet Yeşîlmen bi guleya polîsan hatiye kuştin jî heta niha der barê tu polîsan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin û tu polîs nehatine darizandin.    Dozger wekî dosyayên 23 sivîlên din ji bo dosya Selamet Yeşilmen jî heman biryar da. Dozger li şûna bûyerê lêkolîn bike û ronî bike, têkiliya Yeşîlmen bi rêxistinê re çêkir û pêwistî bi lêkolîna kujeran nedît. Di demek kurd de dosya tev li kuştiyên kujerên wan nediyar kir.    MALBAT DIXWAZE DOSYA NEYê GIRTIN   Ji bo dosya Selamet Yeşîlmen bê lêkolînkirin û zelalkirin malbatan çend caran serî li dozgeriyê dan. Lê dozgeriyê jî ji malbatê xwset dest ji dosyayê berdin û xwest bi şopa dosyayê nekevin. Lê malbatê ev yek qebûl nekir û her tim bi şopa dosyayê ketin. Malbatê li Wezareta Hundir gilî kir û doza tazmînatê vekir. Doza ku li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê hat dîtin, biryar da ku Yeşîlmen li hewşa mala xwe hatiye kuştin û derketina derve îhlal nekiriye. Dadgeha Îdarî der barê Wezareta Karên Hundir de biryar da ku tazlîmatê bidin malbatê.    FAîlAN BIBîNIN    Abdurrahim Yeşilmen, anî ziman ku hevjîna wî Selamet Yeşîlmen dema birîndar bû, ji ber ambulans nehat cihê bûyerê xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Piştî hevjîna min hat kuştin, Walîtiyê got 'PKK'ê ew kuşt' Walîtiyê wisa got. Lê guleyên ku me teslîmî polîsan kir, guleyên leşker û polîsan bûn. Me gule wekî delîl nîşan dan û doz vekir. Lê heta niha tu encam ji vê dozê derneketiye. Ez ê heta dawî şopdarê dozê bim. Emrê min têrê neke jî zarokên min dê bi şopa doza diya xwe bikevin. Heta ku kujer bên dîtin û darizandin em ê dozê bişopînin. Li her derê kamera heye. Delîl û dane hene. Eger bixwazin dikarin rastiyê ronî bikin. Lê heta niha tu delîl kom nekirin. Dixwazkin em dest ji doszê berdin. Lê em tu carî dest ji dozê bernadin."    MA / Ahmet Kambal