Di doza Dîlek Mamali de şahid hatin guhdarkirin 2017-10-11 17:30:58 ÎZMÎR - Di doza Dîlek Mamali a Mehmet Sabirli ew kuşt de şahid hatin guhdarkirin. Şahidan, diyar kir ku Sabirli tim li Mamali dixist. Parêzaran jî xwest cezayê herî giran bidin Sabirli.  3’yemîn rûniştina doza Dîlek Mamali ya di 15’ê Hezîranê li Îzmîrê Mehmet Sabirli kuşt de hat dîtin. Doza bi sûcdariya “Bizanebûn kuştin” li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Xizmên Mamali, endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestîn in (KCDP) û parêzarên rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê beşdarî dozê bûn.  Bersûcê girtî Sabirli jî beşdarî dozê bû û doz piştî tespîta nasnameyê destpêkir.     ŞAHIDAN:DITIRSIYA BÊ KUŞTIN   Destpêkê şahid Fatma Bîrcan Eslîk hat guhdarkirin. Eslîk, diyar kir ku zext li ser Mamali hebûn û wiha axivî: “Zexta li ser dizanim. Bersûç nedihatin bi kesekê re hevdîtin bike. Hevala min gelek caran kredî kişand ji bo bide bersûc. Midûryeta Bajêr a Çandiniyê bihîstibû. Berî bûyerê 3 mehan ji min re got ditirse ku bersûc wê bikuje. Pir bi stres û dilteng bû.” Piştre şahid Serpil Buhur jî, diyar kir ku wê dizanî dê tiştek bi serî Mamali we re û tim tirsa xwe dianî ziman.    Piştî guhdar kirina şahidan, parêzeran mafê axaftinê girtin û xwestin cezayê herî giran ji bo Sabirli bê dayîn.  Heyeta dadgehê ji bo derbaskirina kemasiyan doz taloqî 6’ê Kanûna 2017’an kir.