Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin 2023-10-09 13:18:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî êrişên dewleta tirk ji NY'yê re nameyeke vekirî şandin, xwestin li herêmê qada hewayî bê girtin û sûcên şer bên astengkirin.    Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres re û saziyên Neteweyên Yekbûyî re şandin. Kongra Star, Meclisa Jinên Bakûr û Rojhilatê Suriyê, Meclisa Jinên Suriyê, Yekitiya Jinên Ezidî a Rojava, Yekitiya Jinên Ermen, Yekitiya Jinên Suryanan, Kombûna Jinên Zenobiya, Navenda Lekolîn û Parastina Mafê Jin di nameyê de bang li saziyên navnetewî kirin ku berpirsyartiyê bigirin.    SÛCÊN ŞER ASTENG BIKIN    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) agahiyên ku ji rayedarên Kongra Star bidestxistine, di nameya ku bi zimanê ingilîzî û erebî hatiye nivîsandin de hat xwestin ku saziyên navnetewî li herêmê qada hewayî bigirin û  dawî li êrîşên dewleta tirk yên hiquqa navnetewî binpê dikin bînin û sûcên şer bên astengkirin.    Name her wiha ji saziyên Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan, Komîteya Mafê Mirovan, Lijneya Giştî û Konseya Ewlekariyê yên NY’ê re jî hate şandin.