Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin 2023-09-30 09:57:28 AMED - Rojnamevanên jin ên kurd li dijî zimanê mêrsalar, zayendperest û tundiyê yê di medyayê de hate avakirin dê di 7’ê cotmehê de Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ava bikin.    Di 7’ê cotmehê salvegera mirina Gurbettelî Ersoz ku li Tirkiyeyê bûye jina ewil a Gerînendetiya Weşana Giştî kiriye de dê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG)  were avakirin. Yek ji damezrînerên komeleyê Roza Metîna têkildarî biryara komelebûyîn û xebatan de axivî.   XEBATÊN PLATFORMÊ    Metîna, bi lêv kir ku bi platformê li dijî hişmendiya rojnamevanên jin tune hesibandin banek avakirine û wiha got: “Di wê demê de rojnamevanên jin di bin banê platformê de li dijî hişmendiya êrişî çapemeniya azad kirin û yekperest hem xwe birêxistin kirin hem jî sekneke hember nîşandan. Rojnamevanên jin peyama ‘çiqas zext û zehmetî hebin bila hebin em dest ji karê xwe bernadin, em ê li dijî vê têkoşîna xwe zêdetir bikin’ dan.” Metîna, diyar kir ku wan zextên li ser rojnamevanên jin kirine rapor û ji bo pêşxistina rojnamegeriya jinê gelek proje pêşxistin û wiha lê zêde kir: “Me danişînên dozên rojnamevanên jin şopandin û ji bo hevalên jin ên hatin girtin çalakiyên cuda lidarxistin.”   ÊRIŞÎ ÇAPEMENIYA AZAD KIRIN    Metîna, bal kişand ku zextên li dijî çapemeniya azad zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnamevanên jin ên kurd tevî zextan jî cesarete didin rojnamevanên jin. Li dijî desthilata yekperest a dibêje ‘yek dewlet, yek milet, yek al’ disekine û têdikoşin. Desthilat jî rojnamevanên jin ên kurd weke xetere dibîne. Dema rojnamevanên jin çûn herêmên erdhejê nûçe çêkirin bi astengkirinê re rûbirû man. Desthilat, ji bo qada rojnamevanên jin teng bike hewl dide. Di Roja Azadiya Çapemeniyê de êrişên xwe domandin. Tundî li Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû hate kirin.”   ‘EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA ERSOZ DERKEVIN’    Metîna, bi lêv kir ku platform dê neyê fesixkirin lê dê bi navê komeleyê xebatên xwe bidomîne û da zanîn ku komele dê di 7’ê cotmehê de bê îlankirin. Metîna, wiha dirêjî da axaftina xwe: “7’ê cotmehê salvegera şehadeta Gurbetellî Ersozê ye. Ersoz di qada rojnamevantiyê de xwedî kedeke mezin e. Wê heta dawiyê li ber xwe da û mîrateyeke mezin li pey xwe hişt. Di bingeha avakirina me ya komeleyê de xwedî derketina mîrateya rojnamevanên jin ên weke Gurbetelî Ersoz ji me re hiştiye heye. Em bi saya wan heta van rojan hatin. Bi vê minasebetê em bejna xwe li berk eda Gurbetelî Ersoz ditewînin. Em ê her tim hewl bidin xwedî li vê mîrateyê derkevin. Em ê heta dawiyê têkoşîna wê ji me re hişt bidomînin.”   ‘EM Ê ZIMANÊ ZAYENDPARÊZ BISEKINÎNIN’    Metîna, anî ziman ku komele armanc dike ku rêxistinkirina rojnamevanên jin zêde bike, li dijî zimanê zayendparêz têbikoşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke rojnamevanên jin ên ji kevneşopiya li dijî zimanê zayendîperest li ber xwe didin, me got ‘em rêxistinbûyîna xwe mezin bikin’. Di 7’ê cotmehê de wê li Amedê komele bê avakirin. Wê bi beşdariya gelek rojnamevan û kesayetan pêk were.”