Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye 2023-09-30 09:04:56 RIHA - F.O, diyar kir ku ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Omrak ê ku dixwazê wî berde, bi gefan û tundiyê re rû bi rû maye û tevî ku Omrak biryara jêdûrkirinê binpê kiriye jî nehatiye cezakirin. F.O deştnîşan kir ku jiyana we di xeterê de ye û got: “Qanûn jî li aliyê mêran e.”    Dayika 5 zarokan F.O (33) ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî, diyar kir ku piştî xwestiye ji Memet Omrak ê ku 17 sal in pê re zewiciye berde, bi tundî û gefan re rû bi rû maye. F.O, da zanîn ku di 17 salên zewicî de ji aliyê Mehmet Omrak û malbata wî ve her tim tundî lê lê hatiye kirin û wê 3 meh berê serlêdana hevberdanê kiriye. Tevî ku dadgehê biryara jêdûrkirinê daye Mehmet Omrak jî ew dîsa jî çûye tundî li F.O kiriye û gefa kuştinê lê xwariye. F.O., got her çend ku Omrak biryara dadgehê binpê kiriyê jî ji aliyê serdozgeriyê ve nehatiye cezakirin.    F.O., anî ziman ku ew di temenekî biçûk de bi Mehmet Omrak re hatiye zewicandin û di nava van 17 salan de her tim bi tundiyê rû bir û maye. F.O, diyar kir ku ku 3 meh berê piştî ku Omrak tundî li zarokên wê kiriye serlêdana devjihevberdanê kiriye û wiha got: “Min her tim dixwest ez berdim, lê kes li pişt min nesekinî. Her cara ku min dixwest ez jê veqetim, lê der û dora me nedişt. Lê belê dema ku min dît ku ez dikarim li ser lingên xwe bisekinim, min ji bo siberoja zarokên xwe biryara hevberdanê da. Dixwest zarokên min ji dibistanê bigire. Nehişt ku bixwînin. Min ji bo xwendin û siberoja zarokên xwe ev biryar da."   GEFA KUŞTINÊ LÊ XWARIYE   F.O, diyar kir ku tevî ku dadgehê der barê Omrak de biryara jêdûrkirinê daye jî 4 caran lê daye û wiha axivî: “Lê belê ji ber ku şopa lêdanê li ser bedena min tunebû, lêpirsîn der barê Omrak de nedan destpêkirin. Yanî ji ber ku ez nehatime kuştin ceza nedan wî. Heke ez bikuştima herhal wê hê ceza bikirina. Tevî biryarê jî di kuçeyê de heqaretê li min dike û bi gefan li min dixwe. Herî dawî min keça xwe ji dibistanê dibir, pêşiya min birî û li ber dibistanê gef li min xwarin. Mamoste jî li wir bûn, lê kesî dengê xwe nekir. Ji dema ku min doza hevberdanê kiriye vir ve ew her tim li min dide û gefên kuştinê li min dixwe.”    'DOZGER: TIŞTEK CIDÎ TUNE YE'   F.O., destnîşan kir ku qanûn jî li gor zilaman tevdigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser tundî û gefên kuştinê min gilî kir lê dozger bi gotina, 'Tiştek cidî tune ye wî berda’. Yanî tişta cidî çi ye? Gelo kuştina min e? Tevî ku gelek caran biryara dûrkirinê binpêkiriye jî tu ceza nedan wî. Hemû qanûn li gor zilaman in. Ji bo ew zerarê nede min û zarokên min ez rêya xwe diguherînim ku rastî wî neyêm. Jiyana min di xeterê de ye."   'MAFÊ JINAN TUNE YE’    F.O, bi lêv kir ku ji saziyên ku serlêdanî wê kiriye piştgirî wernegirtiye û wiha pêde çû: “Min xwest biçim edliyeyê û piştgiriya hiqûqî bistînim, lê ji ber ku ji sedî 10’ê erda wêranbûyî li ser min e piştgiriya parêzer nedan min. Li welat tu mafên jinan nîn e. Ji saziyên hikûmetê yên ku min serî lê da, tu alîkariya min nekir. Lê heke ez bihatama kuştin, wê di çapemeniyê de xwe weke parêzvanên jinan eşkere bikin. Her tim gef li min tê xwarin, naxwazim di nava vê tirsê de bijîm. Ez dixwazim azad û li ser lingên xwe weke mirovan bijîm."   'ZAROKÊN MIN BIRÇÎ NE'   F.O., di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew nikare pêdiviyên jiyanî yên zarokên xwe pêk bîne û wiha got: "Keça min a mezin 16 salî ye, keça min a navîn 15 salî ye, kurê min jî 13 salî ye û keçek min jî 6 salî ye û ya biçûk jî 3 salî ye. Ez bi zarokên xwe re tenê dijîm. Ji ber ku ez betal im, nikarim pêdiviyên zarokên xwe yên bingehîn bi cih bînim. Ez çûm qeymeqamtiyê û min serî li kar da. Min got ez ne parsek im û ez dixwazim li ser lingên xwe bisekinim û li zarokên xwe xwedî derkevim. Lê bi tu awayî eleqedar nebûn. Min got ez terzî me û min makîneyek xwest. Her çend min ji wan re got ku ez ê bi makîneya ku dê bidin min dest bi karê xwe bikim û deynê xwe bidim jî, wan alîkarî nekir. Keça min a biçûk bi mehan e nikare şîr vexwe. Zarokên min birçî ne. Aboriya malbata min jî baş nîn e ku alîkariya me bikin. Tenê birayê min pere dişîne. Mehmet Omrak ê ku ez dixwazim jê veqetim xwediyê dikanek zêra ye. Min zaroka xwe ya 3 salî şand dikana wî ku zikê wê têr bike lê wê ji dikana xwe qewirand."   MA / Mahmut Altintaş