Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve 2023-09-29 10:52:33   WAN - Endama KJAR’ê Arîn Mahabad, îşaret kir ku Îran ji fîkriyeta “Jin jiyan azadî” ditirse û wiha got: “Heke têkoşîn û rêxistinkirina jinan bidome dê şoreşa jinê teqez serbikeve.”   Li Îranê û Rojhilatê Kurdistan, ji roja 16’ê îlona 2022’yan ku Jîna Emînî di bin çavan de hate qetilkirin ve serhildan bênavber didomin. Hate diyarkirin ku ji salvegera çalakiyên ku felsefeya “Jin jiyan azadî” pêşengtî kirin heta niha 60 aktîvîstên jin hatin binçavkirin. Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di 10’ê tîrmehê de hate revandin.    Endama KJAR’ê Arîn Mahabad têkildarî geşedanên dawî ji ajansa me re axivî.    ‘JIN JIYAN AZADÎ HERKES ANÎ BAHEV’    Mahabad, bi bîr xist ku çalakiyên ku bi qetilkirina Emînî dest pê kirin hêj li Rojhilat û Îranê berdewam dikin û wiha got: “Pirsgirêk laçik an jî tesetûr nîne. Noxteya bingehîn a çalakiyan bertek û hêrsa gel a li dijî pergalê ye. Ev protesto ne weke ya sala 1970 ye, ‘jin jiyan azadî’ herkes anî bahev. Jin bi têkoşîna li dijî hişmendiya mêrsalar didin, şoreşeke dîrokî afirandin.”   AZADIYA CIVAKΠ   Mahabad, anî ziman ku rejîm ji roja ewil ve hewl dide li ser jinan vîna civakî bişikîne û wiha berdewam kir: “Fedakariya jin nîşan didin hemû civak bi cesaret xist. Jinan karî hemû civakê hembêz bikin û şoreşeke mezin ava bikin. Civakiya jinan belavî hemû cîhanê bû û ji şoreşê re pêşengtî kir. Vê şoreşê pirsgirêka bingehîn a maf û azadiya jinê gihand paradîgmayeke nû. Niha perspektîfa ‘Heta jin azad nebe civak azad nebe serwer e’. Ji ber ku heta pirsgirêka jinê ya maf û azadiyê çareser nebe tu pirsgirêk, krîz û pevçûnên civakê çareser nabin. Dê pirsgirêkên din ên jiyanî jî çareser nebin.”   Mehabad, destnîşan kir ku zextên pergalê yên li dijî jinan zêde bûne û wiha lê zêde kir: “Pergala otorîter û zextker a Îranê vîna bihêz a jinan nabîne û qebûl nake. Ji bo zextê li jinan bikin her cure rê diceribînin. Komployên xwe yên li dijî jinan bi awayekî sîstematîk didomînin.”   ‘JIN JI TARÎTIYÊ RE BÛN HÊVÎ’    Mahabad, bal kişand ku jin di sedsala 21’emîn de ne tenê li Îranê li gelek welatan li dijî hişmendiya paşverû li ber xwe didin û ev tişt got: “Têkoşîna jinan a li qadên cuda û serkeftina wan bala cîhanê dikişîne. Ji aliyê herkesê ve tê zanîn ku jinan li Rojhilata navî bûn hêvî û ji tarîtiya ku şerê di navbera desthilatan bû sedem re bûn rohanî. Jinên kurd baweriya xwe bi felsefeya birêz Abdullah Ocalan, jiyana azad, pergala demokratîk tîne û pêşerojê ronî dike. Heke têkoşîna jinan û rêxistinkirina wan were domandin dê teqez şoreşa jinê serbikeve. Li dijî hişmendiya mêrsalar yekane rê têkoşîna di bingeha rêxistinkirin, azadî û xweseriyê de ye.    PERGAL JI HEBÛNA ME DITIRSE   Em bawer dikin ku jinên kurd bi tecrubeya xwe ya salên dirêj, dengê şoreşa jinan belavî her derê cîhanê kirine. Divê hemû jin xwedî li têkoşîna ‘Jin jiyan azadî’ derkevin. Weke KJAR em xwedî mîrateyeke mezin in. Em ê bi têkoşîna xwe ya siyasî, civakî û parastinê berfireh bikin û bihêz bikin. Em ê destûr nedin ku keda me bidizin. Di kesayeta jina pêşeng û berxwedêr Zeyneb Celaliyan de têkoşîna me ya ji bo azadiya girtiyên siyasî dê di asta herî jor de be. Têkoşîn û yekitiya jinan dê bibin plan û projeyên me yên bingehîn. Pergal ji hebûna me, şehîdên me, goristan, nav û dirûşmeyên me ditirse.”   ‘MÎMARÊ BERXWEDANÊ ABDULLAH OCALAN E’    Mahabad, diyar kir ku berxwedana li Îran û Rojhilat didome ji felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bandor bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê pêşengê vê fikriyatê hêj girtî ye. Di 24 salên dawî de tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo heye. Ev tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin di heman demê de li ser vîna gel, jinan û ciwanan jî tê meşandin. Aşkereye ku Rêber Apo ji gelê kurd re felsefeyek daye qezenç kirin û kiriye xwedî vîn. Ji ber vê yekê di kesayeta Rêber Apo de hemû gel tên tecrîdkirin. Her gotineke Rêber Apo dîrokeke, ji hemû mirovahiyê re ji rêya azadiyê re xizmetê dike. Dewlet ji vê ditirse. Şoreşa jinê û azadiyê ya bi fikrên birêz Ocalan li Kurdistan û Îranê dest pê kir li hemû cîhanê deng veda. Mîmarê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ di 8’ê adara 1998’an de meşa azadiya gerilayên jin da destpêkirin. Pêşiya têkoşîna jiyana azad a jinan vekir. Jinan bi fikir û felsefeyên xwe bûn xwedî hêz û vîn û têkoşîna azadiyê dan destpêkirin. Divê azadiya Rêber Apo bingeha hemû xebatên me bin. Ji ber azadiya Rêber Apo dê bibe wesîleya azadiya mirovahiyê.”   MA / Bêrîvan Kûtlû