Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene 2023-09-29 09:03:10   HATAY - Jinên mexdûrên erdhejê di kargeha dirûtinê ya ji aliyê Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê ve hat avakirin, bi hilberînê xwe li jiyanê digirin. Jinan diyar kir ku hê jî gelek kêmasiyên kargehê hene û ji bo vê bang li mirovên hestyar kirin.    Hê jî bandorên erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn, didomin. Jinên ku yeqîn dikin piştevanî û hilberînê mirovan rihet dikin, ji roja yekem a erdhejê heya niha xwe li hilberînê girtine. Li Taxa Çekmece ya navçeya Defne ya Hatayê bi pêşengiya Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê ve kargeha dirûtinê hat avakirin. Jin li vê kargehê hem hilberînê dikin hem jî hewl didin travmaya erdhejê ji ser xwe biavêjin.    Ji Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê Gulîzar Işikçay têkildarî kargeha dirûtinê ku nêzî 4 meh berê hatiye avakirin diyar kir ku armanca wan ew e ku jin travmaya li ser xwe bavêjin û daxilî nava hilberînê bibin.    KARGEH MEZIN DIBE   Işikçay, wiha got: "Me wxest kêliyekê be jî jin ji konan dûr bikevin û daxilî qada civakî bibin. Pêşî me bi makîneyên ku dilxwazan anîbûn dest bi karê dirûtinê kir. Paşê li gor pêdiviyan em û jin li hev civiyan û me dest bi kursan kir. Jinên bi dirûtinê dizanibûn nîşanî yên nedizaniyan kirin. Paşê me 9 jinan dest bi hilberînê kir. Jin bi karên li vir, kêliyekê be jî ji pirsgirêkên xwe dûr dikevin. Niha ji ber ku em hildiberînin em xwe baştir hîs dikin."   Bi domdarî Işikçay da zanîn ku gelek kêmasiyên kargehê hene û got ku pirsgirêkên li vir hê nehatine çaraserkirin. Işikçay, wiha domand: "Ji ber pirsgirêka çûnûhatinê, em jin encax dikarin saet di 12'ê nîvro de bên cem hev. Ji ber meseleya çûnûhatinê jinên li taxên dûr dereng tên. Pirsgirêka me ya cih heye. Em niha di kon de hilberînê dikin. Pêdiviya me bi konteynerê heye. Em amûran li ser esasê dilxwaziyê peyda dikin; caw, benik, makîne hemû ji aliyê dilxwazan ve tên. Kêmasiyên me yên di vî warî de jî hene. Lê dîsa jî me li kargeha xwe dest bi hilberînê kir û dê piştgiriya herî mezin jî sîparîş bin. Hevalên me yên jin berhemên gelekî xweş hildiberînin. Bi stendina vir her kes dikare piştevaniyê li mexdûrên erdhejê bike."    Ji jinên di kargehê de Gulhan Oflazoglû jî anî ziman ku 40 sal in karê dirûtinê dike, lê piştî erdhejê dikana wê tevî hemû eşyayan di bin kavilan de maye. Oflazoglû anî ziman ku li kargeha dirûtinê ya Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê dirûtinê nîşanî jinan dide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wekî dilxwaz hatin vir û niha em keda xwe didin der. Piştî ew qas tiştan ev der pir bi me baş hat. Heya ji destê me tê em hildiberînin, lê hê jî pêdiviya me bi piştgiriyê heye. Her kes dikare bi stendina amûran alîkariya me bike. Ger alîkariya em bê kirin em ê xwe bêtir pêş ve bibin. Em jinên hatayî em bajarê xwe jinûve ava bikin û vegerin rojên berê."    MA / Dîlan Akyol