Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2023-09-18 11:48:54 MÊRDÎN - Cîhan Guneş a 25 salî li navçeya Qoserê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.     Li gundê Xalecan ê navçeya Qosera Mêrdînê Cîhan Guneş a 25 salî ku 2 zarokên wê hene, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Jina ku hate îdiakirin dermanên ziraî vexwarine, li nexweşxaneya birinê jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayê Guneş li mala xizmên xwe ya çûyê ji ser hişê xwe çû. Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê hatin agahdarkirin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Guneş birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Guneş li vir nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.     Têkildarî bûyerê lêkolîn hatin destpêkirin.