‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû' 2023-09-17 22:35:06   STENBOL - Jinan li Stenbolê têkildarî salvegera qetilkirina Jîna Emînî gotûbêj li dar xistin û jinan diyar kir ku ruhê têkoşîna jinên kurd bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li tevahiya cîhanê belav bûye.    Tevgera Jinên Azad (TJA)  û Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Çepên Kesk bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) gotûbêj li dar xistin. Dayikên Aştiyê, Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan û gelek jin beşdarî gotûbêjê bûn.    'RUHÊ TÊKOŞÎNÊ BELAV BÛ'    Di gotûbêjê de ewilî Seroka Komeleya Enstîtûya Kurd a Stenbolê Remziye Alparslan axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya Tevgera Jinên Kurd di şexsê Jîna de li tevahiya dinyayê belav bûye û got: "Me dît ku ruhê têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li tevahiya dinyayê belav bûye."    Endama Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Çepên Kesk Rumeysa Bozkurt jî axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên şerên taybet li Kurdistanê tê meşandin û Meclisa Ciwanan li dijî şerê taybet kampanyayan daye destpêkirin û didome.    ‘REFERANSA ME HAFIZEYA ME YE'    Ji Kovara Jineolojî Sevcan Kadîroglû herî dawî axivî û da zanîn ku ferqa sepana bekçiyên li Tirkiyeyê ji sepana li Îranê tune ye û ji ber têkoşîna jinên kurd serhildana Jîna Emînî ewqas li cîhanê belav bû. Kadîroglû anî ziman ku jinan di rêya heqîqetê de gelek bedel dane û got: "Em di pêvajoyên rehet de derbas nebûn. Referansa me hafizeya me ye."    Piştî axaftinan bername bi dawî bû.