Li Stenbolê jinek hate revandin 2023-09-10 14:28:48   STENBOL - Duh li navçeya Gazîosmanpaşayê jineke ku ji kargehê derketî û li ser cadeya dimeşiya, ji hêla kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hate revandin.    Duh saet derdora 17.00’an de li Taxa Karadenîz a navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê otomobîlek nêzî du jinên ji xwe re dimeşiyan bû, şexsek ji wesayîtê paya bû û jinek bi darê zorê revand. Kêliyên revandinê jinê ji hêla kamerayên ewlekariyê ve hatin kişandin. Nehat zanîn bê ka jina bi darê zorê hatiye revandin ji hêla kê ve hatiye revandin.    Têkildarî bûyerê tu agahî nehatin bidestxistin.