Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e 2023-08-31 09:06:09   MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê ku di 1'ê Îlonê de bi laçikên xwe yên spî li qadan e, wiha bang kirin: "Yê ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e, divê hevdîtin pêk bê."   Tirkiye, di şert û mercên şer de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dike. Polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP'ê yên li hemberî kurdan her diçe kûrtir dibin. Jinên ji ber ku doza aştiyê dikin tên binçavkirin û girtin, tevî hemû zext û zoriyan jî dest ji qadan bernadin. Dayikên Aştiyê yên ji bo bidawîbûna şer û pêkanîna aştiyê datên qadab, dê îsal jî daxwazên xwe di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bînin ziman.    Dayikên Aştiyê daxwazên xwe yên ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bilêv kirin.    3 ZAROKÊN WÊ TEV LI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛN   Dayika Aştiyê Meryem Erbey a 66 salî ku kurek wê û 2 keçên wê tevlî têkoşîna azadiyê bûne, anî ziman ku di şer de bi hezaran canê xwe dane. Erbey diyar kir ku ew li dijî mirina mirovan tevlî gelek çalakiyan bûye û got: "Em dixwazin ne gerîla ne jî leşker bimirin. Lewma em gelek caran çûn herêmên operasyonê û me xwest em pêşî li ber şer bigirin. Lê belê em tim rastî êrişên leşker û polîsan hatin."    PIŞTÎ HER ÇALAKIYÊ ZEXT   Erbeyê bilêv kir ku li Mêrsînê piştî her çalakiyê rastî binçavkirinan û avêtina ser malan tên û got: "Lê tevî hemû zextan jî ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim. Dewleta tirk pêşî li ber dewleteke demokratîk digire û ji bo berjewendiyên xwe leşker û polîsên xwe dikuje. Lê halbûkî têkoşîna me ji bo gelê tirk û kurd e."   Erbeyê wiha got: "Kurekî min jî 13 sal in girtiye. Rastî her cure îşkenceyê hatiye. Zarokên me dişînin girtîgehên pir dûr. Saleke min kurê xwe nedîtiye. 2 Dayikên Aştiyê gava ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûn Colemêrgê di rê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku xwestin dawî li zilmê bê girtin hatin binçavkirin û di rêça demokrasî û mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dan. Berprisê vê dewleta tirk e."    'MIFTEYA AŞTIYÊ OCALAN E'   Erbey destnîşan kir ku divê kurd li dijî zextan yekîtiya xwe ya neteweyî çêkirin û wiha pê de çû: "Erdogan dixwaze gelê kurd bera hev bide û divê Barzanî berbayî lsîtikên wî nekeve. Bi operasyonên li Kurdistanê her roj xwezaya me bi awayekî hovane tê qirkirin. Divê her kes li ber vî şerê ku 40 sal in didome rabe. Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Ji ber ku ji tecrûbeyên Ocalan ditirsin, wî tecrîd dikin. Ger hevdîtin bihata kirin, dê aştî bihata Rojhilata Navîn. Mifteya Rojhilata Navîn di destê Abdullah Ocalan de ye. Hemû cîhan bi vê dizane û hemû cîhan dizane mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan e. Bang li hemû kurdan dikim; ji bo Serok, ji bo zarokên me yên girtî, li dijî qirkirina xwezayê em di 1'ê Îlonê de bibin deng. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin qadan."    'EM BI LAÇIKÊN XW EYÊN SPÎ LI QADAN E'   Dayika Aştiyê Kadriye Ogûz a 62 salî jî diyar kir ew ê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin û got: "Ger gelê krud nebe yek, dê tune bibe." Ogûzê destnîşan kir ku bi taybetî divê jin li dijî şer bin û got: "30 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin. Zarpokên me li girtîgehan tên îşkencekirin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Wijdanê min vê yekê qebûl nake, em nikarin li malên xwe rûnên. Em bi salan e ji bo xwîn nerije têdikoşin. Ji bo dawî li şer bê divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Êdî bes e ji vî şerî re, bila aştî çêbibe. Em di 1'ê Îlonê de bi hev re li qadan aştiyê biqîrin."