Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin 2023-08-29 15:17:51 AMED - Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Amedê beriya konferansê civîneke jinan li dar xistin û di civînê de ev peyam hat dayîn: “Em ê hevgirtin û rêxistinbûnê berfireh bikin. Bi rakirina tecrîdê em ê jiyana xwe azad bikin.”     Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, beriya konferansa mezin a ku dê li Enqereyê bê lidarxistin, di çarçoveya xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê de, bi rêxistinên jinan re hatin cem hev. Civîn li eywana civînê ya li Şaxa Hejmara 1'ê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) hat lidarxistin û pankarta "Bi serhildan rexistin e, em azadiyê diparêzin" hat daliqandin. Civîna ku bi şîara "Em bi serhildanê xwe birêxistin dikin, azadiya xwe diparêzin" tê lidarxistin, bi beşdariya aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Hevseroka HDP'a Amedê Gulistan Atasoy, HevbBerdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn pêk hat. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Adalet Kaya, Sevilay Çelenk, Ceylan Akça, Komeleya Jinan a Rosa û gelek jin jî beşdar bûn.Civînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.    'EM TECRÎDÊ RAKIN Û JIYANA XWE AZAD BIKIN'    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di civînê axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Polîtîkayên tecrîda mutleq a girankirî ya ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û li ser tevahiya civakê belav bû, bi rengê xwe yê herî hovane berdewam dike. Tecrîd hema bêje bûye rejîm. Bêyî rakirina polîtîkaya tecrîdê, tundî û qetlîamên li ser jinan, xizanî, betalî û kedxwarî wê her berdewam bike û kûrtir dibe. Divê em bi hev re plansaziya çalakiya xwe ya berbiçav derxînin holê ku li dijî şer û polîtîkayên tecrîdê yên bi destê desthilatdariya mêr a AKP-MHP'ê ya li ser kurdan tê meşandin xeta herî xurt a têkoşînê ava bikin û bi rakirina tecrîdê jiyana xwe azad bikin. ”   Tekîn anî ziman ku ew ê hevgirtina jinan zêde bikin û got: “Ji bilî têkoşînê ti çareya me nemaye. Em ê bi berfirehkirina rêxistina xwe ya jinan xwe biparêzin. Em jin dê bi hev re jiyana demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan ava bikin.”   Piştî axaftina desptêkê di civînê de rexne û xwerexnekirin hatin kirin û nîqaşên li ser pêvajoyê hatin kirin. Bi hilbijartina delegeyan re civîn bi dawî bû.