Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin 2023-08-19 11:06:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jinan a bi dirûşmeya "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" li Beyrûdê hat lidarxistin. Di konferansê de bandora hevserokatiyê ya li ser civakê hat nirxandin û nîqaş li ser rola hevserokatiya ya li ser siyaseta demekratîk hatin kirin.    Rûniştina duyem a Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" li Beyrûdê hat lidarxistin, bi dawî bû.   Konferans ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a Civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan ve hatiye organîzekirin. Ji Tunis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn.    'HEVSEROKATÎ FIKRA OCALAN E'   Di rûniştina duyemîn de çalakvana siyasî û femînîst Neslîhan Acar bal kişand ser rola pergala hevserokatiyê di demokratîkirina siyasetê. Neslîhan Acar anî ziman ku lêgerîna li heqîqetê xwe dispêre azadiyê û Abdullah Ocalan ku kesê yekemîn bû ev fikir bi pêş xist.   Neslîhan Acar da zanîn ku li cîhanê temsiliyeta jinan di şaredarî û parlamentoyan de ji sedî derdorî 18'an pêk hatiye, lê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev rêje pêk nehatiye.   Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sîham Reşo jî bal kişand ser ezmûnên jinên Şengalê ya piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ'ê.   ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADIYÊ   Berpirsa Komîteya Têkiliyên Derve ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kamanger jî îşaret bi şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya bi pêşengtiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê  û Îranê kir. Rozerîn Kamanger got: "Rejîma melayî ya Îranê digot, 'em Îranê hikum dikin û tu hêz nikare destwerdanê bike'. Lê piştî şoreşê me dît civak bi xwe bi rêve dibe. Ji bo jinên Îranê û yên Efganistanê jî piştgirî hebû. "   Beşdaran jî li ser mijarê pirs, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.   Rûniştina duyem a Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" hat lidarxistin, bi dawî bû.   Konferans wê sibe bi rûniştina sêyemîn û dawî, bi sernavê "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" dewam bike û dê bi encamnameyekê konferans bê dawîkirin.