Çeteleya JINNEWS'ê ya tîrmehê: 26 jin hatin qetilkirin 2023-08-07 10:34:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS'ê di tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 4 zarok jî bi awayeke gumanbar jiyana xwe ji dest dane.    Daneyên tundiyê yên di çapemeniyê de cih digirin, radixe ber çavan ku tundiya li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibe. Rêxistinên jinan dibêjin ku sedema zêdebûna tundiyê, zimanê îktîdarê ye û bûyerên diqewimin jî van gotinan piştrast dikin. Polîtîkaya necezakirinê jî bêhtir rê li ber tundiyê vedike.   Li gorî daneyên JINNEWS'ê; di meha tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 9 jin û 4 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de hewl dan çêbû ku 4 jin bên qetilkirin.     HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ JIN HATIN QETILKIRIN   Ji jinên hatine qetilkirin 9 jê ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin ku ji wan 4 jê di pêvajoya hevberdanê de bûn. Her wiha li gorî çeteleya tundiyê; 7 jin ji hêla hevalê xwe yê zilam ve, 3 jê ji hêla kurên xwe ve, 2 jê ji hêla zilamê ku hevberdabûn, 2 jê ji hêla nas-xizmên xwe ve, yek jê ji hêla destgirtiyê xwe ve, yek jê ji hêla hevalê xwe yê kar ve hate qetilkirin. Jineke hatiye kuştin jî nayê zanîn bê ka çiqas nêzî faîl e. Bajarên herî zêde jin lê hatine qetilkirin jî wiha ne: "Li Stenbolê 7, li Mêrsînê 2, li Enqereyê 2, li Nevşehîrê 2, li Manîsayê 2, li Bursayê 1,  li Antalyayê 1, li Çorumê 1, li Mêrdînê 1, li Samsunê 1, li Êlihê 1, li Dîlokê 1, li Sakaryayê 1, li Gîresûnê 1, li Meletiyê 1 û li Îzmîrê jî jinek hate qetilkirin."