Li Sêweregê jinek hate qetilkirin 2023-08-06 12:30:59   RIHA - Jina bi navê Esma Kalenderlî li navçeya Sêweregê ji hêla Mûrat Otuş ve hate qetilkirin.    Dayika 3 zarokan Esma Kalenderlî li Taxa Camîkebîr a navçeya Sêwereg a Rihayê ji hêla zilamê bi navê Mûrat Otuş ve hate qetilkirin. Kalenderlî û Otuş dev ji hev berda bûn. Bûyer, li Bulwara Ataturkê pêk hat. Kalenderlî di encama êrişê de bi giranî birîndar bû. Komên tenduristiyê Kalenderlî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê lê tevî hemû hewldanan jî Kalenderlî jiyana xwe ji dest da.    Hat zanîn ku êrişkar Mûrat Otuş ji ber sûcekî edlî girtî bû û demekî kin berê hatibû berdan. Otuş, piştî êrişê hate binçavkirin.