Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket 2023-08-06 09:44:58   STENBOL - Kovara Jinê di berga xwe ya vê hefteyê de cih da Fermana 74’an a li dijî êzidiyan û bi manşeta “Hem birîn hem jî şîn didome” derket.   Kovara Jinê ku her hefteyê di roja yeşkemê de derdikeve, di hejmara xwe ya 23’yan de bal kişand ser komkujiya li Şengalê ya li dijî civaka êzidî ku 9 sal li pey xwe hişt. Kovar, bi berga “Hem birîn hem jî şîn didome” gihişt ber destê xwînerên xwe. Di wergêra nivîsa Lazghine Ya’qoube ya bi sernavê “Çandeke qedîm di xetereyê de ye: Êzidiyên Efrînê” balê dikişîne ser êzidiyên efrînî ku di encama êrişên DAIŞ’ê de hejmara wan kêm bûye.    Aylîn Karakaş di nivîsa xwe ya bi sernavê “Tiştên li qada mubahê man: Jin” de balê dikişîne ser rewşa “mubah” a ku îktîdar û diyanet hewl dide biafirîne. Hulya Osmanagaoglu jî di nivîsa xwe ya “Tevgera femînîst kampanya û kampanyaya kurtajê” de li ser polîtîkayên kurtajê yên îktîdarê û hewldana ku tenê rola dayiktiyê bo jinê bihêle disekine.    Handan Coşkun jî di nivîsa “Birînên erdhejê nehatin pêçandin” de analîzên di rapora ji hêla Piştevaniya Femînîst a ji bo Karesatê hatiye amadekirin û dibêje ku hêj birînên erdhejê nehatine dermankirin.    Tevahiya nivîsên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:    * Şopên komkujiyê … / Emma Rengîn   * Çandeke kevnar di xetereyê de ye: Êzidiyên Efrînê / Lazghine Ya’qoube   * Tiştên li qada mubahê ma ne: Jin / Aylîn Karakaş   * Tevgera femînîst kampanya û kampanyaya kurtajê / Hulya Osmanagaoğlû   * Birînên erdhejê nehatin pêçandin / Handan Coşkun