‘Emê ji bo ked û nasnema xwe di 1’ê Gulanê de li qadin bin’ 2018-04-16 09:28:57 ENQERE - Jinên sendîkayî yên têkoşîna kedê bi rêve dibin, diyar kirin ku dê di 1’ê Gulan de ji bo keda xwe, nasnameya xwe û bedena xwe li qadan bin.  Jinên ku bi reng û dengên xwe di 8’ê Adarê û Newrozê de daketin qadan, ligel qedexeyên OHAL’ê jî armaca dikin ku di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ser ziman. Jinan ji bo ked, beden, nasnameya û li dijî şer bang tevlîbûna 1’ê Gulanê kirin.    Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku bi rêxistinên sendîkayên herêmê re xebatên hevpar dimeşînin û wiha axivî: “Jin dê di 1’ê Gulanê de jî rola pêşengtiyê bigirin ser xwe. Dê jin dest ji vê têkoşînê bernedin. Em di 8’ê Adarê û Newrozê de nîşan da ku em ê  li dijî êrîşan li qadan bin. Jin dê di 1’ê Gulanê de jî, ji bo keda xwe, bedena xwe û nasnameya xwe li qadan bin û bersivek mezin bin kedxariyê.”   ‘EM BI ISRARIN, JI BER KU EM MAFDARIN’   Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Selma Atabey jî, bal kişand ser OHAL’ê û wiha got: “Bi îlankirina OHAL’ê re gelek saziyên muxalîf, kedê û demokrasiyê hatin girtin. Lê ligel vê yekê jî me jinan, di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarên salên 2016 û 2017’an qedexeyên heyî tar û mar kirin. Em bi israrin, ji ber ku me mafdarin. Li dijî polîtîkayên şer, tundî û îstîsmara zayendî yên desthildariyê em ê li qadan bin. Em ê li qadan dagirkeriya Efrînê şermezar bikin.”   JI BO AZADÎ Û WEKHEVIYÊ    Endama Lijneya Rêveberiya Navenda TUM BEL-SEN’ê Sati Burunucu jî, anî  ziman ku wan li dijî şer ji bo jiyanek azad têkoşiyane û wiha axivî: “Êdî em dixwazin OHAL rabe û şer bi dawî bibe. Di pêvajoya OHAL’ê qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Êrîşî kedkarên şaredariyan kirin. Bi KHK’an ewlekariya kar ji holê rakin. Roja 1’ê Gulanê roja piştevaniyê ye. Êdî jin dixwazin, dinava aştî, azadî û demokrasiyê de bijin. Ji ber vê em têkoşîna aştî û azadiyê didin. Bi operayona Efrînê re êrîşên li ser jinan zêdetir bûn. Ji bo jiyanek azad û wekhev ez bang li hemû kesan dikim ku di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.”   MA / Dîren Yurtsever