‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’ 2023-05-22 09:01:03 AMED - Ji Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartinê hilbijartina “man û nemanê” ye û got: “Heke Erdogan bi ser bikeve wê welat ji bo jinan bibe dojeh. Ji bo em xwedî li jiyana xwe derkevin divê em biçin ser sindoqan.”   Hilbijartina Serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma û dê hilbijartina serokkomariyê di 28’ê Gulanê de bê kirin. Jin ji bo hilbijartinê bênavber dixebitin. Rêxistinên jinan bal dikişînin ser wê yekê bi serketina Erdogan dê ji bo mafên jinan metirsiyek mezin be. Rêxistinên jinan bang li jinan dikin ku biçin ser sindoqan.    Ji Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş diyar kir ku heke îktidara heyî berdewam bike dê li pêşiya jinan jiyanek zor hebe û got: “Ji bo em xwedî li jiyana xwe derkevin, divê em xwedî li sindoqan derkevin.”    'HILBIJARTINEK DÎROKÎ YE’    Ûlaş anî ziman ku Tirkiye di qonaxek dîrokî de derbas dibe û got: “Tirkiye di pêvajoya hilbijartinek gelek girîng de ye û hilbijartinek ku siberoja her aliyan diyar dike li pêşiya me ye. Li Meclisê dîsa wek her demê temsîliyeta parlamenterên jin kêm e. Her çiqas hejmara parlamenterên jin li Meclisê kêm be jî lê wê dîsa muxalefetek xurt a jinan hebe.”    'HILBIJARTINA MAN Û NEMANÊ YE’    Ûlaş da zanîn ku hilbijartina tûra duyemîn tenê ne ya serokkomariyê ye û wiha got: “Ev hilbijartinek her kesî ji nêz ve eleqedar dike û ji bo her kesî krîtîk e. Hilbijartinek jiyanî ye. Ji bo hemû aliyan hilbijartina man û nemanê ye. Jin û hemû aliyên muxalîf divê di tura duyemîn de biçin ser sindoqan. Heke Erdogan bi ser bikeve wê welat ji bo jinan bibe dojeh. Pêwîste em ji bo jiyana xwe, ji bo aştî, azadî û demokrasiyê biçin ser sindoqan. Ji bo em xwedî li siberoj û îradeya xwe derkevin, biçin hilbijartinê. Lazim e îradeya me xwe di sindoqan de bide nîşandan.”    MA / Eylem Akdag- Cengîz Ozbasar