Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin 2023-05-16 15:39:50 ÎZMÎR - ÎHD’ê bi rapora xwe eşkere kir ku di sala 2022’yan de li Herêma Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatine kirin.    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora binpêkirina mafên jinan a sala 2022'yan eşkere kir û hat gotin 504 binpêkirina mafan qewimîne. Rapor, bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Rêvebera Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Cemîle Karakaya, metna çapemeniyê xwend. Karakaya da zanîn ku bingeha tundiya li ser jinê bi mijarên wekî derûnî, civaknasî, çandî, aborî û gelek mijarên di eleqedar e.     Karakaya diyar kir ku li Tirkiyeyê bi taybet di demên dawî de tundiya li ser jinê zêde bûye û got jin herî zêde li malên xwe bi tundiyê rû bi rû dimînin. Karakaya, destnîşan kir ku yek ji mijara herî zêde divê li ser bê sekinandin ketina meriyetê ya Peymana Stenbolê ye û got bi qasî tundiya malbatê ya li ser jinê zêde bûye ewqas jî tundiya dewletê çêbûye.    Bi domdarî Karaya got ku jin ji ber jin in bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin û got li girtîgehan tecrîd, îşkence, binpêkirina mafan heye. Karakaya, wiha dirêjî da axafina xwe: “Ev rapor piştî berhevkirina gelek serlêdanan hatine berhevkirin. Rapora me di çarçoveya bajarên wekî Aydin, Afyon, Balikesîr, Mûgla, Manîsa, Uşak, Burdur, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê de hatine amadekirin. Di sala 2022’yan de 504 binpêkirina mafên jinan hatine tespîtkirin.”    BINPÊKIRINA MAFÊN JINAN   Karakaş, binpêkirinên mafên jinan ên hatine kirin wiha rêz kir:    “*Derbkirin, tundî, birîndarkirin, gefxwarin, şewitandin û ezyetên li dijî jinan: 83   *Tacîz, destdirêjî û êrişên zayendî: 40   *Cînayetên jinan: 62   *Daxistina cezayan ên di cînayetên jinan de, necezakirina di cînayetên jinan de, di darazê de alîgirtin: 12   *Gefên kuştinê yên li parêzerên jin hatine xwarin: 1   *Di birîndarkirina jinan de necezakirin: 1   *Di doza tacîza zayendî ya li dijî jinan de necezakirin: 1    *Binpêkirina alîgirtina hêzên ewlekariyê ya di cînayetên jinan de: 4   *Di cînayetên jinan de biryara tehliyekirinê: 1    *Îstîsmarên zayendî: 7   *Di doza îstîmara zayendî de biryara beraetê: 1   *Binçavkirin, şopandin û lêpirsînên derheqê aktîvîstên jin de: 3    *Qedexekirina konserên hunermendên jin: 4   *Lêgerîna tazî ya di dema binçavkirinê de: 1   *Hewldana kuştina jinan û gefxwarin: 6    *Şantaja li dijî jinan, dîlgirtin: 10    *Tundiya li dijî jinê: 1   *Tundiya civakî ya li dijî jinê: 1   *Zexta zayendperest: 1    *Tundî, zimanê zayendperest, êrişa zayendeperest, tacîza li ser medyaya dijîtal a li dijî jinan: 6   *Jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayîn: 56   *Dozên girtinê yên li saziyên jinan hatine vekirin: 1    *Hewldana întîharê: 3   *Întîhar: 4   *Mirinên ji ber ketina ji cihên bilind: 4   *Jinên biyanî yên ji cihên bilind ketin û mirin: 1    *Cînayetên jinên biyanî: 3   *Îltîcaya bersûcê cînayeta jinan û bicihneanîna daxwaza paşvegerandinê: 1   *Alîgirtina di darazê de: 1   *Gotina nefretê ya ku di xebatan de jinan hedef nîşan dide: 1   *Cînayetên kesên trans: 1   *êrişa homofobîk a li dijî muzîkjena trans: 1    *Winda: 4   *Cezayên xweparastinê: 1   *Zexta dewletê ya li ser çalakiya aştiyane: 1    *Tundiya hêzên ewlekariyê ya di çalakiyên aştiyane de: 3    *Zexta ji bo fihûşê: 29    *Di doza zexta ji bo kirina fihûşê de tunekirina delîlan: 1    *Zexta li ser jina biyanî ya ku fihûşê pê bide kirin: 41    *Belavkirina sûcê nefretê ya li dijî jinan a li ser medyaya dijîtal: 1    *Di tundî û tacîza li dijî jinan de hêzên ewlekariyê mudaxale nekirin, alî girtin: 1    *Zexta ji bo sîxûrtiyê: 8   *Tundiya hêzên ewlekariyê ya li dijî xebatkara çapameniyê: 1    *Qada ne bi hîjyen a li girtîgeha jinan: 3    *Desteserkirina alavên girtiyên jin: 2    * Astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyên jin: 3   *Pêşwazînekirina pêdiviyên sereke yên girtiyên jin: 3   *Hejmara zêde ya bi ser kapasîteyê ya li qawîşen jinan: 3   *Cezayên disiplînê yên keyfî yên li dijî girtiyên jin: 3   *Astengkirina çalakiyên civakî yên girtiyên jin: 3     *Astengkirina ragihandinê ya girtiyên jin: 3    *Daxistina gramaja xwarinê ya li girtîgehan: 3    *Şikandina alavên jinên girtî ya di bin navê lêgerîna li qawîşan: 2    *Zexta lêgerîna tazî ya di dema sewqkirina jinên girtî de: 2    *Li girtîgehê ezyeta li girtiyên jin ên edlî hatine kirin: 2    *Bi awayekî keyfê şewitandina înfazên girtiyên jin: 4   *Nedayîna alavên girtiyên jin ên di dema sewqkirinê de: 2    *Derengdayîna postayê û zêdekirina bihayê: 2    *Xespkirina mafê telefonê û axaftina bi dîmen a li girtîgehan: 3   *Tacîza zayendî ya di dema binçavkirinê de: 1    *Biryara beraetê ya di êrişa zayendî ya li dijî jinan de: 1    *Xespkirina mafê hîndekariyê: 1   *Necezakirina di sûcê tacîza zayendî de: 1    *Birîndarkirina jinên biyanî: 4    *Êrîş û gefxwarinên li dijî jinan ên ji ber nasnameya etnîkî: 1    *Binçavkirina jinên turîst a ji ber heqareta li dijî serokkomar: 1    *Li cihê kar cihêkariya ji ber nasnameya zayendî: 1    *Binpêkirina nepeniya jiyana azad a jinan: 1    *Bi dayîna temaşekirinê ya fîlmê bi naveroka fîlmê zayendî  re tacîzkirina xwendekara keç: 1    *Mirina jina koçber: 2    *Tirsandin û gefên hêzên ewlekariyê: 4    *Hewldana binçavkirina xwendekara jin: 1    *Hedefnîşandana rêxistinkirina jinan: 1   *Tacîzên hêzên ewlekariyê: 1    *Hewldanên greva birçîbûnê yên ji bo başkirina mercên girtîgehê: 1    *Pêdayîna fatûreyên ceyranê yên zêde yên li girtîgehan: 2    *Di hevdîtinên ji bo başkirina mercên girtîgehê de nêzikatiya biçûkxistinê ya rêveberiyê: 1    *Zexta muayeneya bi destkelemçekirî ya di dema sewqên nexweşxaneyê de: 1”