Ji ber taxim li xwe kir cezayê zilamê ku Kader Ozdemîrê kuşt hat daxistin! 2018-04-14 09:15:32 WAN - Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Wanê, cezayê muebetê yê li Halît Çançînê ku hevjîna xwe Kader Ozdemîrê kuşt daxist 25 salan. Dadgehê ji bo vê yekê jî ev hincet berpêş kirin: "Mara wî ya fermî tune ye", "Sersaxiya ji bo malbatê" û "Poşmanî". Dê parêzera malbata Ozdemîr serî li Dadgeha Îstinafê bide.  Li Taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtan a Wanê, Halît Çançîn di 26'ê Çileya 2017'an de hevîjan xwe Kader Ozdemîrê kuştibû. Dadgeha Wanê ya Cezayê Giran a 1'an cezayê muebetê li Çançîn birîbû, lê belê paşê heman dadgehê ev ceza daxist 25 salan. Dadgehê ji bo vê yekê jî ev hincet berpêş kirin: "Mara wî ay fermî tune ye", "Sersaxiya ji bo malbatê", "Liv û tevgerên bersûc ên li dadgehê" û "Poşmanî". Parêzer malbata Ozdemîrê, Parêzer Mijde Tozbey Erden diyar kir ku ew ê serî li Dadgeha Îstinafê bidin.    ÎTIRAZÎ BIRYARÊ KIRIN    Daîreya Ceza ya 1'an a Edliye ya Herêmê ya Erziromê, biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1'an a Wanê tesdîq kir. Piştî ceza hat tesdîqkirin, parêzera malbata Ozdemîrê Parêzer Mujde Tozbey Erden ceza hindik dît û vê carê serî li Dadgeha Îstinafê da.    PARÊZERE TOZBEY: JI BER BERSÛC TAXIM LI XWE KIR CEZAYÊ WÎ HAT DAXISTIN    Parêzer Mujde Tozbey Erden, destnîşan kir ku dema ev biryar di çarçoveya têkoşîna li hemberî şideta li dijî jinê de bê nirxandin, ev rewşeke zaf xeternak e. Tozbey diyar kir ku Kader Ozdemîr 50 derbên kêran xwarine û hatiye kuştin û got: "Ligel vê jî ji ber di danişînê de mêrê ku Kaderê kuşt taxim li xwe kiriye û di danişînê de bêdeng bûye û gotiye poşman im, cezayê herî kêm hatiye dayîn."    MA / Mahmut Ruvanas