Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e 2023-05-10 09:19:10   SEMSÛR - Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê Meryem Cerîtlî ku li dijî zextên civakî her tim serî hildaye got: "Taybetî ji bo dengên jinên kêdkar bibim Meclisê ez bûm namzet"   Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de herî pir partiya ku namzetên jin diyar kiriye Partiya Çepên Kesk e û dê Meclisê de herî zêde partiya ku temsîletiya jinan bike be. Yek ji namzeta jin a Semsûrê Meryem Cerîtlî ku li navçeya Bêhiştiyê (Besnî) ya Semsûrê ji dayik bûye û niha jî xebatên hilbijartinê li ser axa ku lê hatiye dinê dimeşîne. Cerîtlî têkildarî hilbijartinê û namzetiya xwe ji ajansa me re axivî.    Cerîtlî ku di sala 1984'an de li gundê Dikêvnî ya Bêhiştiyê ji dayik bûye. Ew 18 salî ye dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest didin. Cerîtlî destnîşan kir ku ew hê di zarokatiya xwe de bi gelek tengasiyan re rûbirû dimîne.    XWE LI SER PÊYA DIGIRE    Cerîtlî da zanîn ku hê ew ducaniya sê mehî bûye hevjinê wê ew terikandiye û got: "Tevî hemû zor û zahmetiyan min bi paqîjiya malan û gelek karan debara xwe kir û min hewl da lawikê xwe mezin bikim. Ji ber ku ez jineke tenê bûm, zextên civakê jî li ser min hebûn lê tevî zext û tengasiyan jî min serê xwe xwar nekir, ez li ser pêya mam û min lawê xwe xwe mezin kir."   SERÎ RAKIRINA WÊ YA EWIL    Cerîtlî destnîşan kir ku li dijî zextên civakê wê her tim serî hildaye û wiha pê de çû: "Ez di civak û malbateke ku jinan diçewisînin de mezin bûm. Li dijî van zextan serhildana min a yekem jî li dijî malbata min bû, zextên civakê jî min tu car qebûl nedikir. Ji ber ku ez tenê bûm zextên civakê yên zayendî jî li ser min hebûn, lê li dijî vê yekê min serî netewand. Sedema vê yekê jî birdoziya ku min ji partiyê hîn kiribû."   HEZKIRINA PARTIYÊ   Cerîtlî anî ziman ku piştî malbata we partî nas kiriye êdî fikrên wan ên zayendperest jî guherîne û ev tişt gotin: "Ji ber vê yekê partiyê pir bala min dikişand. Hezkirina min a partiyê jî ji ber vê yekê bû. Lê ji ber ku zarokekî min ê biçûk hebû min nedikarî di nav xebatên partiyê di cih bigirim. Lê her tim min pirtûkên li ser partiyê dixwend. Wekheviya jin û mêr min di partiyê de dît, ya ku min anî nav partiyê jî ev bû."   'EZ Ê BIBIM DENGÊ JINÊN KEDKAR'   Cerîtlî bi lêv kir ku piştî zarokê wê mezin bûye we weke endam di sala 2022'yan de di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girtiye û wiha got: "Piştî demekê jî weke hevseroka navçeya Bêhiştiyê ez hatim wezîfedarkirin. Niha jî namzet im. Ji bo ez bikaribim dengê jinan bi taybetî jî jinên kedkar di Meclisê de temsîl bikim bûm namzet. Niha jî em li gund û navçeyên Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dikin. Di serdana welatiyan de em bi çoş tên pêşwazîkirin. Bi taybetî jî dema jin min dibînin pir kêfxweş dibin ku namzeteke jin jî heye. Heke ez jî weke parlameter bêm hilbijartin ez ê dengê jinan taybetî jî jinên kedkar bînim ziman û bibim rojeva Meclisê. Banga min jî hemû jinan re ev e ku ya ku mafê jinan diparêze Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê jî dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk ku dengê jinan di Meclisê de bi xurt derkeve."   MA / Mahmût Altintaş