Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne 2023-05-07 16:18:57   STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga jinan a Parka Yogurtçuyê de axivî û wiha got: “Rejîma yekzilamî ji bo çûnê amade nîne lê jin ji bo têkbirina wan amade ne. Em li vir in dê bi hev re biguherînin.”    Partiyên Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Herêma Marmarayê de li Qadikoy a Stenbolê mitînga jinan li dar dixe. Mitîng, bi dirûşma “Em li vir in dê bi jinan re biguherînin” li parka Yogurtçuyê tê lidarxistin. Bi hezaran jin beriya mitîngê herikîn qadê.    Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi şalên mor ên avêtin stûyê xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Coş, tililî û dirûşmên jinan li tevahiya parkê belav bûye. Jinên ku park bi alayên Partiya Çepên Kesk xemilandin, li navçeya Sûltangaziyê hatin ba hev, bi wesayîtên rengê mor konvoyek çêkirin û ber bi qada mitîngê ve ketin rê. Jin, bi dirûşma “Jin jiyan, azadî” û nîşaneyên serkeftinê ketin qada mitîngê.   PANKARTA ‘HÛN BI XÊR HATIN’ A BI 13 ZIMANAN    Li qada mitîngê pankartên “Sindoq emanetî jinan e” û “Em li vir in, di Çepên Kesk de ne” hatin vekirin û wêneyên Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê hatiye qetilkirin û Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dayî hatin daliqandin. Jin, bi pankarta “Hûn bi xêr hatin” a bi 13 zimanan hatin pêşwazîkirin.   Jinên ku li ber stranan xelekên govendê gerandin, li Parka Yogurtçuyê reng û tercîhên xwe nîşandan. Jinên ku li hemberî polîtîkayên dijminatiya li jinan herikîn qadê, bi ken û coşa xwe nîşan dan bê ka dê encama hilbijartinan çawa be.    JI BO MUŞAHIDAN XEBAT HATIN KIRIN   Jinan di heman demê de ji bo ewlehiya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi dirûşma “Sindoq amenetî jinan e” xebatên muşahidan kirin. Jinên dixwestin bibin muşahid, navên xwe nivîsandin.    Mitîng, bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Stenbolê, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Nîlay Kuş, Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Stenbolê Sema Barbaros, dayikên ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên li girtîgehan salekê Nobeta Edaletê girtin, Dayikên Şemiyê, Xizmên Windakiriyan û bi hezaran jinan dest pê kir.    Piştî axaftina destpêkê, Nagihan  Akarsel ku li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin, Denîz Poyraz û jinên din ên hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Dema ji bo jinên di girtîgehan de silav hatin şandin, girseyê bi yek dengî dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.    Piştî axaftina destpêkê, deqeyek rêz hate girtin. Di vê navberê de dirûşma “Şehîd namirin” li qadê olan da.    BERPIRSYAR ‘YEKZILAM E’   Di mitîngê de ji ewil rêvebera Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê û aktîvîsta LGBTÎ+’yê Îsmaîl Temel axivî û wiha got: “Me coş û îradeya xwe li xwe kir û ji bo hilweşandina rejîma qesrê ya dijminê jinan têk bibin. Ji ber ku me di hilbijartinên 2015’an de nehişt ew bibe ‘serok’, AKP-MHP’ê li dijî LGBTÎ+’yan şer da destpêkirin. Sedema têkçûna malbatan û birçîtiya heyî rejîma yekzilam e.”    ‘DÊ TÊKOŞÎNA JINAN BI SER KEVE’   Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî diyar kir ku ji bo dirûşmên azadiyê biqîrin hatine ba hev û ev tişt anî ziman: “Em di carekê din nehatin vê derê. Me alaya têkoşînê ya Denîz Poyraz hilgirt û bi berxwedêriya Fîgen û Leylayan hatin vê derê. Em bi axîna Garîbe Gezer û bi hafizeya Aysel Tugluk hatin vê derê. Me bi berxwedanê xwe gihand vê derê. Em bi pora serhildanê ya Jîna Emînî re hatin vê derê. Serhildana me niha li tevahiya cîhanê deng vedide. Em di erefeya hilbijartineke pir krîtîk de ne. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo xwe weke ‘şerê man û nemanê’ dibîne. Hewl didin pêşerojekê ava bikin lê dixwazin vê yekê bi serxistina tesfiyekirina kurdan pêk bînin. Dixwazin destkeftiyên me tune bikin, me bigirin û bi vî awayî pêk bînin. Lê çi bikin jî nekarîn me teslîm bigirin. Em ji bo guherîn û azadiyê hene û dê teqez bi ser kevin. Dê têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser keve.”   Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên jin ên Stenbolê derketin ser dikê û girse silav kirin. Jinên ku qad tije kiribûn, namzet bi çepik û tililiyan pêşwazî kirin.    ‘ME SOZ DAYE JINAN’   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di mitîngê de axivî û ji ewil bi 3 zimanan girse silav kir û bi xêr hatina jinan kir. Uçar, wiha got: “Dê jin bi ser kevin û rejîma yekzilamî têk biçe. Rejîma yekzilamî herî zêde behsa me dike. Ji ber jin bi tu awayî rê nadin wan. Me soz daye Dayikên Aştiyê, Denîz Poyraz, Îpek Er, Leyla Guven û Gultan Kişanak’an û dê bi ser kevin. Partiya Çepên Kesk rawestgeheke me ya nû ye lê rengê mor ê jinan diparêze. Bi pergala hevserokatiyê me serdestiya mêran a li Tirkiyeyê hinek paşde xist. Em ê vê pergalê li her qada jiyanê belav bikin.    Dê DADGEHA ÎLTÎSATÊ YA JINAN BÊ AVAKIRIN   Em ê Wezareta Jinan ava bikin ku gotin û daxwazên jinan lê derbasdar bin. Ev dinya li ser keda jinan hatiye avakirin. Ji bo keda jinan a nayê dîtin, em ê mafê temînatê bînin. Em ê xwedî li keda xwe derkevin. Peymana Stenbolê mezintirîn tirsa îktîdarê ye. Têkoşîna jinan dê îktîdarê ji holê rake û Peymana Stenbolê dîsa têxe meriyetê. Li dijî edaleta mêran a îktîdar li ser me ferz dike, em ê Dadgeha Îltîsatê ya Jinan ava bikin. Dê tenê yek kujer jî bêceza nemîne. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye û divê di mijara muşahidan de em berpirsyartiyê li xwe bigirin. Ev hilbijartin dê pêşeroja me diyar bike. Dê bibe hilbijartina serkeftina jinan. Li gel rejîma yekzilam, Devlet Bahçelî axaftin kir û got; ‘Ew an dê cezayê muebbetê yê hefsê yan jî dê guleyan bixwin.’ Devlet Bahçelî tu diçî lê em ê li vir bin. Dibêjin; ‘dê ji sindoqê darbe derkeve.’ Dê jinên têkoşer biçin ser sindoqan û dê ji wan sindoqan azadî û demokrasî derkeve. Ya ku dê jê dernekeve hûn bi xwe ne. Rejîma yekzilamî ji bo çûyînê amade nîne lê jin ji bo şandina wan amade ne. Em li vir in û dê bi hev re biguherînin. Em ê di 14’ê mehê de govenda serkeftinê bigerînin.”   ‘HILBIJARTINA BIDAWÎKIRINA REJÎMA YEKZILAMÎ YE’   Piştre jî Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axivî û diyar kir ku li Parka Yogûrtçuyê kêliyeke dîrokî heye û jinên ku wê encama hilbijartinê diyar bikin li qadan hatin cem hev. Demîr, axaftina xwe wiha domand: “Ev hilbijartin hilbijartina di navbera pergala mêr û azadiya jinê de ye. Hilbijartin ji bo bidawîkirina rejîma yek mêrî ya 20 salan e. Em ê wan bişînin. Ez sond dixwim ku em ê rejîma yek mêrî bişînin. Em damezirînerên jiyana nû ne. Hikûmetê Peymana Stenbolê betal kir. Bi Hizbul-kontra re peyman çêkir li dijî jinan.  Ji ber vê yekê em jin dema ku biryaran didin divê vebijêrka sêyemîn hilbijêrin. Her wiha me erdhej ji bîr nekir. Bandora erdhejê hê jî berdewam e. Weke ku nehiştine mirov bimirin dengan dixwazin. Di jiyana nû de em ê pêşeroja xwe bi xwe ava bikin. Kuştina jinan tiştekî asayî xuya dike, kujer tên parastin û bê ceza tên xelatkirin. Kuştin siyasî ne. Dewlet bi îradeya xwe rê dide ku jin bên kuştin. Tu jin ne bi tenê ye. Werin em di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk a ku yekane dar e û bişînin meclisê.”   AYDENÎZ: EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz piştre derket ser dikê û diyar kir ku silavên xwe ji Kurdistanê anîne û got ku gelê Kurdistanê bi biryar e ku hikûmetê bişîne. Aydenîz, axaftina wiha berdewam kir: “Silav silav li kesên li girtîgehan li ber xwe didin. Digotin ger em jinên kurd têxin zindanan em ê wan bindest bikin, lê hevalên me li girtîgehê jî weke li derve berxwedana xwe mezin dikin. Silav li kesên ku bi 'Jin jiyan azadî' ji hemû cîhanê re bûne mînak. Silav ji jinên 4 parçeyên Kurdistanê re. Em tifaqa jinan ne tenê li Kurdistan, Tirkiye li her derê berfireh dikin. Ger têkoşîna jinan mezin bibe, dîktator nikarin pêş bikevin. Azadiya gel bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Silav li berxwedana jinên Rojava. Hikûmet dixwaze bi komkujiyan berxwedana jinan bi dawî bike, lê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û faşîzmê biqedînin.    Desthilatdarî li dijî kurdan û jinan e. Em jin dê heta dawiyê Peymana Stenbolê biparêzin. Ew hevserokatiyê sûc dibînin. Hevserokatî xeta me ya sor e. Îro jî desthilatdarî li dijî jinan polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Hûn nikarin jinan bi polîtîkayên şer bindest bikin. Em ji Stenbolê dibêjin ku çûna desthilatdariyê wê bi destê jinan be. Azadî nêzîk e. Hilbijartin pir girîng e, em ê bi Partiya Çep a Kesk re têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em çepa Kesk li her derê pêş bixin. Baweriya me bi jin û ciwanan heye, ew ê vê pergalê veguherînin."   ‘EM Ê BI HEV RE BIGUHERÎNIN’   Piştre jî Berdevka TOP’ê ya Stenbolê û namzeta parlamenteriyê Nîlay Kuş axivî û wiha got: “Em jin bi sala ye li qadan in. Me qad neterikandin. Me her tim di eniyên pêş ên berxwedanê de cih girt. Hefteyek piştre em ê îktîdara AKP-MHP’ê bişînin sergoya dîrokê. Em ê bi Partiya Çepên Kesk re bi ser kevin û bi hev re biguherînin.”    ‘DÊ JIN BIGUHERÎNIN’   Ayşe Ece ya EHP’î jî wiha got: “Bila kesên hewl didin me tarîtiyê de hefs bikin baş lê binêrin bêka rengîngiyeke wiha li cihekî dîtine yan na. Her roj ji cihên cuda êriş dikin lê em bihêz li hemberî wan li ber xwe didin. Em we ne yek bi yek li bi komî bişînin.”   LI DIJÎ REJÎMA YEKZILAM PIRJIN!   Herî dawî jî Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros axivî û ev tişt anî ziman: “Em êdî ji îktîdara AKP-MHP’ê bêzar bûn. Em ê di 14’ê Gulanê de yekitiya xwe ya li dijî rejîma yekzilamî nîşan bidin. Li dijî rejîma yekzilamî em pirjin in. Em ê rejîma yekzilamî bişînin sergoya dîrokê. Îktîdar ji dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bijî biratiya gelan’, ‘Bijî piştevaniya jinan’ ditirse. Bila bitirse. Em ê bi hev re rêya xwe bidomînin û dê jin bi ser kevin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”   ÊRIŞÊN POLÎSAN Û BINÇAVKIRIN   Piştî axaftinan mitîng bi dawî dibû ku polîsan êrişî girseyê kir. Polîsan bi îdiaya ku bazinên bi rengên kesk, sor û zer û dersokên bi heman rengî “derqanî ne”, êrişî jinan kirin. Jinan jî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bertek nîşan dan. Di encama êrişan de herî kêm 6 jin hatin binçavkirin.