‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’ 2023-05-06 12:00:05   STENBOL - Berdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Şeyda Ataş da zanîn ku sibe dê li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê mitînga jinan li dar bixin û wiha bang kir: “Banga me ji bo hemû jinan ew e ku sibe bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin.”    Ji bo hilbijartinan çendek roj mane û Partiya Çepên Kesk jî lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Partiya Çepên Kesk dê sibe li Stenbolê mitînga jinan li dar bixe û amadekariyên mitîngê bi dawî bûn. Mitîng dê saet di 13.00’an de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin, em ê bi jinan re biguherînin” were lidarxistin. Her wiha ji 3 herêmên bajar dê jin bi wesayîtên mor û bi konvoyan tev li mitîngê bibin.    Hevberdevka Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Şeyda Ataş ji bo tevlibûna mitîngê bang kir.    JIN PÊŞENGTIYÊ DIKIN   Ataş, da zanîn ku ew partiya jinan e û wiha got: “Bi hejmara namzetên jin re me ev îdiaya xwe şênber kir. Zêdetirî 260 namzetên me yên jin hene. 38 jê ji cihên ku teqez dê werin hilbijartin in. Hêz û berxwedêriya jinan a di nava partiya me de, xwe li her qadê nîşan dide. Me temamiya xebatên xwe yên hilbijartinê jî di vê çarçoveyê de kirin. Ji destpêka xebatan heta niha jin qet nesekinin. nMe bûroyên hilbijartinê yên jinan vekirin, standên mor danîn, bi wesayîtên mor û bi ajokarên jin me li her sê herêman xebat meşandin. Bi pêşengtiya jinan em mal bi mal digerin. Di 7’ê gulanê de em ê namzetên parlamenteriyê yên jin bidin naskirin û bi jinan re hevdîtinê bikin. Em gelek bi kelecan in û banga min ji bo hemû jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin.”    BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ   Ataş, axaftina xwe wiha qedand: “Ev mitîng dê tevahiya derdorên cuda yên Stenbolê bîne ba hev. Peymana Stenbolê dê bibe daxwaza me ya ewil. Têkildarî tundiya li dijî jinan û makeqanûneke adilane û demokratîk em ê gotinên xwe bikin. Hebûna jinan bi serê xwe hêzeke. Em dixwazin vê yekê di her qadên jiyanê de bêhtir berbiçav bikin. Dê ev hilbijartin, dîroka Tirkiyeyê diyar bike. Lewma girîng e. Bi pêşengtiya jinan dikevin hilbijartinê. Em dev ji destkeftiyên xwe bernadin. Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an destkeftiyên me ne. Ji bo parastina van destkeftiyan jî çi ji destê me bê em ê bikin. Em û partiyên din ên pergalê wekhev nînin. Em weke sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê dikevin hilbijartinan. Lê em bi tu awayî wekhev nînin. Em hêza xwe ji nirxên xwe digirin. Dê girtinên derhiqûqî nekarin bandorê li kelecana me bikin. Em ê her carê hîn bêhtir bihêz bibin û gotina jinan li her qadê bikin. Banga min ji bo hemû jinên Stenbolê ew e ku sibe tev li mitîngê bibin. Wer in û em bi hemû hêza xwe dîsa biqîrin.”