Li dijî modeya yektîpî, vegera ser koka xwe 2018-04-12 09:17:30 WAN - Fatma Şenel a ji dayîka xwe hînî terzîtiyê bû, piştî li Wanê bi cih bû, li dijî modeya yektîpî dest bi dirûtina cilên herêmkî kir. Şenel bêyî ku pişta xwe bide kesekê, bi çêkirina berên xwe kêfxweş dibe û hewl dide keda xwe xuyangtir bike.  Fatma Şenel a 45 salî berî 5 salan ji cih û warê xwe Rihayê hat li Wanê bi cih bû. Şenel li vê derê di atolyeya avakirî de, kincên jinan ên herêmkî çêdike. Şenel bi tena serê xwe di atolyeyê de dixebate û rastî eleqeyek mezin a jinan tê. Şenel modelên nû çêdike û jin êzde piştgiriya wê dikin.    MODA HEMÛ TIŞT QEDAND   Şenel, diyar kir ku li Rihayê nezî 15 salan karsaziya mexazayê kir û wiha axivî: “Piştî hatim Wanê, min dest ji kirîn û firotinê berda. Êdî min bixwe berên xwe dirûtin. Dayîka min terzîtî nîşanî min kir. Dayîka min terzî bû. Moda hemû tişt qedandin. Kincên dayîk û pîrikên ji me re didirûtin cardin ji me re man. Bi demê rê pantolonên kot û tîşortên dişibin hev mirov dikin yektîp. Kincên herêmkî yektîpiyê ji holê radike. Gava dayîka min cil didirûtin, ji Şam û Heleba Sûriyeyê qumaş dianî. Ez jî niha qumaşan ji Cizîrê, Nisêbîn, Mêrdîn û Qoserê tînim û didirûm.  Ez bi van qumaşan şelwar, kiras û etegan çêdikim. Li gorî daxwaz û fikrên jinan kincan didirûm.”    JIN LI KINCÊN BERÊ VEDIGERIN   Şenel, anî ziman ku kurd ji berê de hez ji rengên cilan ên birqok dikin û wiha got: “Tiştên em dibêjin otantîk, ji xwe dayîkên me berê li xwe dikirin. Gava mirov van kincan çêdike, vedigere zaroktiya xwe û tiştên di zarokatiya xwe dibîne.”   JIN BI QEZENCA KEDA DESTÊN XWE KÊFXWEŞ DIBIN    Şenel, da zanîn ku bi jinên tên dikanê re li ser modelan fikrên xwe bi hev re parve dikin û wiha bilêv kir: “Li ser vê yekê hilberînên nû derdikevin holê. Gava jin tiştekê dibêjin, nêrîna me jî berfireh dibe û li gorî daxwazin kincan didirûn. Em neçar in debara xwe bikin. Jinek bêyî ku pişta xwe bide malbata xwe jî dikare bi keda destê xwe qezenc bike. Em bi vî karî keda xwe dîtbar dikin. Jin bi qezenca keda destên xwe kêfxweş dibin. Rûmeta tiştek avakirin û hilberandinê di me de heye. Li ser piyên xwe payîn hestên cuda di mirovan de dide avakirin. Mexaza min a 15 salan hebû. Min cil dikirîn û difirotin. Ez bi vê kêfxweş dibûm. Wate û nirxê didim keda xwe. Ji ber vê em asta keda xwe derdixin holê.”   'MIN XWE MÎNA HÛNERMENDAN HÎS KIR'   Şenel, dest nîşan kir ku di 8’ê Adarê de gelek jinan cilên xwe anîn ba min, ji bo bidirûm û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava jin bi rengên xwe beşdarî 8’ê Adarê dibin mirov kêfxweş dibe. 8’ê Adara îsal ji bo min pir cuda bû. Dema min cilên dirûtin li ser jinan dîtin, min xwe mîna hunermendekê hîs kir. Em xebitîn, me ava kir û hevalên me yên jî li xwe kirin. Hevalekê min a jin ji min re got ‘Di 8’ê Adarê de we jin bi cih û libas kirin.’ Wê demê pir hestiyar bûm û ez niha nikarim wan kêliyên bi hestiyar vebêjim.”   MA / Mujdat Can - Mahmut Ruvanas