Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya 2023-04-26 18:30:44   AMED - Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk li navçeya Sûrê bi jinan re rûniştin. Jinan destnîşan kir ku ew siberojeke ronî dixwazin.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û namzetên parlamenteriyê yên Amedê Adalet Kaya û Sevîlay Çelenk û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çaçroveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Abdaldede ya Sûra Amedê bi jinan re rûniştin. Jinan destnîşan kir ku ew siberojeke ronî dixwazin.    Di dema sohbetê de jina bi navê Emîne Altan got: "Em aştiyê dixwazin em naxwazin tu kes bimre. Çawa zarokekî me 9 meh di nava meriv de be, yên dayikên aliyê din jî wisa ye. Ji ber vê em dibên bila ev şer bi dawî bibe. Kurê min di girtîgehê de ye, neviya min roja cejnê li bave xwe dipirsî. Niha ciwan di nav me de tune ne, ji ber ku yan di girtîgehê de ne yan jî ji ber xizaniyê li dervayî Amedê dixebitin. Em dibên yên bê sûc bila werin berdan. Bila kesên ku destdirêjiyê dikin bên darizandin. Bila hesabê cenazeyên di dolaban de bê bipirsîn."    ‘EM JI BÎR NAKIN’   Aklime Hanasê jî got: "Ez mirina serokkomar naxwazim. Mirin jê re xelasî ye. Divê ew jî êşê bikişîne. Bila ew û hevjîna wî Emîne jî, bi qasî jinên kurd êşê bikişînin. Zikê me ji derewên wî têr e. Em êdî jê bawer nakin. Cîwana xera dike, ji bo ciwan xwe nas nekin. Gundê me şewitandin. Me birçî hiştin. Em van ji bîr nakin. Em ê bi serkevin. Daxwaza me ji we ev e ku hûn pêşeroja me ronî bikin."   ‘BILA MÊR WERIN’   Di hevdîtinê de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekînê jî got: “Deshilatdar dijminantiya jinan dike. Dibê bila jin tune bin. Bila dengê jinê derneyê, dibêje ila her tişt di destê mêran da be. Duh di daxuyaniyê de ya ji bo kesên hatibûn binçavkirin, ji me re gotin 'em jinan nas nakin, em bi te re naaxivin bila mêr werin.' Serê wan wisa difikire, ji ber vê ew jî wisa difikirin. Dibên muxatabê me jin nîn e. Em jî dibêjin muxatabê me mêrê wekî we faşîst nîn in. Kesên jina dikujin, di derê pêşî de dixin girtîgehê di yê paş de derdixin. Dibên bila jinan bikujin. Le em dizanin rastî ew e ku civak bi jinê ava dibe. Me mil bi mil vê têkoşîna xwe domandiye. Piştî ku em dengê xwe bi kar bînin jî berpirsyariya me naqede, divê em xwedî li sindoqan jî derkevin. Em ê sindoqên ku em ê bi keskê tije bikin, roja 14’ê Gulanê diyarî dayikan bikin."   Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevilay Çelenk jî diyar kir ku divê dayikên kurd û tirk careke din negirîn û wiha got, "Daxwaza min a herî mezin ew e ku aştî were vî welatî. Demokrasî tune, demokrasî neyê, îstiqrar nayê. Dijminatiya civakê ya bi hev re naqede. Di 14’ê Gulanê de em ê hesabê van kiryaran bi hiqûqê eşkere bikin. Em ê vê pergala ku 21 sal in me hemûyan mexdûr kiriye, tevahiya Tirkiyeyê feqîr kiriye, efû nekin."   Sohbet bi stranan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.