Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin 2023-04-24 13:22:04 XARPÊT – Namzetê parlamenteriyê yên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêtê ji bo mitînga sibê li navçeya Depê pêk were bang kirin.    Partiya Çepên Kesk sibê li navçeya Depê ya Xarpêtê saet di 15.00’an de li taxa Cumhuretiyê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz mitînga hilbijartinê li dar dixe. Namzetê parlamenteriyê yên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêtê Nurşat Yeşil û Sûltan Yaray banga beşdariya mitîngê kirin.    Nurşat Yeşîl diyar kir ku ew hemû gelê xwe li dijî faşîzmê û ji bo avakirina siberojên azad vedixwînin mitîngê.    Sûltan Yaray jî da zanîn ku ew li dijî vê pergala ceberut gel vedixwînin miîngê û got: “Bala her kesî li ser Xarpêtê ye. Ev mitîng gelek girîng e. Em ê li qada mitîngê li benda hemû gelê xwe bin.”