Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye 2023-04-22 09:59:59   WAN - Nivîskara îranî Maryam Namazîe diyar kir ku berxwedana "jin, jiyan, azadî" destpêka bidawîbûna rejîmê ye û wiha got: “Gel, niha di navbera azadî û rejîma zextker de ye û qonaxeke girîng heye. Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye.”   Bi qetilkirina jin ciwan a kurd Jîna Emînî (22) di 13’ê îlona 2022’yan de, li seranserî Îranê protestoyên “Jin, jiyan, azadî” dest pê kirin. Duh jî xelkê Îranê çûn serdana gorên kesên di dema protestoyan de hatine qetilkirin. Nivîskar Maryam Namazîe ku di sala 2000’an de ji ber zextên rejîmê neçar ma ku derkeve derveyî welêt, têkildarî berxwedana bi pêşengtiya jinan axivî.    BERXWEDANA JINAN    Namazîe, diyar kir ku jinên li Îranê ji dîrokê heta niha her tim li ber xwe didin û wiha got: “Raperîna gel a piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an derketî holê, îro bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’  berdewam dike. Rêveberiyên piştî hilweşandina Şah jî destkeftiyên jinan tune kirin. Jinan, hêj ji ewil ve li dijî vê li ber xwe dan. Protestoya ewil a girseyî, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya di 1979’an de li dijî girêdana dersokê ya bi darê zorê hate kirin. Di nava 40 salên dawî de jin li dijî her cureyên cihêkariya zayendî, li dijî qanûnên şerîatê yên malbatê, zewacên di temenê biçûk de, cînayetên namûsê, girêdana dersokê ya bi darê zorê û ji bo azadiya girtiyên siyasî û mafên karkeran têkoşiyan.”    JIN, JIYAN, AZADÎ   Bi domdarî Namazîe da zanîn ku serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li Îranê, bingeha xwe ji şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev serhildan, di cenazeyê Jîna Emînî ya li Kurdistana li Îranê mezin bû. Di dawiya dawî de ev dirûşm li Îranê û tevahiya cîhanê belav bû. Ji ber ku jinên bi qeîdeyên teokratîk re rû bi rû dimînin, di têkbirina teokrasiyê de li eniyên herî pêş cih girtin. Rejîmê, bi girankirina zexta li ser jinan re tevahiya civakê xist bin zexta xwe. Lewma jî rewşeke pir guncav e ku dirûşmeke meydanê li qeîdeyên îslamî û baviksalar dixwe li Îranê bibe dirûşma şoreşa jinan.”   TIRS HATE AVÊTIN   Di berdewamê de Namazîe destnîşan kir ku rejîma îslamî hebûna xwe li ser polîtîkayên dijminatiya jinê didomîne û ev nirxandin kir: “Kontrolkirina jinan li ser mijara dersokê, ji bo rejîmê mijareke hebûnê ye. Lewma heke çendek mûyên serê jinan û keçan derkevin wan dikujin, bedena jinê hedef digirin û heta li dibistanan xwendekên keç jehrî dikin. Dixwazin nifşê jinan ê Z’yê biçewisînin û terorîze bikin. Lê ev bi kêr nayê û ji bo rejîmê destpêka têkçûnê ye. Nayê zanîn bê ka dê çiqas bidome lê dawiya wan nêz e.”   Namazîe, got ku çalakiyên li Îranê berdewam in û wiha pê de çû: “Şoreş hêjta berdewam e lê jê re piştgirî û teşwîq hewce dike. Tu serkeftin teqez nînin. Ji bo wê şer pê divê û parastina wê hewce dike. Protestoyên heftane di roja înê de li Belucistanê tên kirin û hêj didomin jî di nav de, çalakî didomin. Merasîmên cenazeyan an jî torenên bîranînan êdî ne şînên olî ne. Dansên protestoyî, stran û dirûşm, birîna porê, lêxistina çepikan û tevek jî ji bo rûmetyarkirina kesê hatiye qetilkirin e û veguherîna peyamên bêminetiyê. Tevî gefên kuştinên ‘bêrehm’ ên rejîmê jî jin û keç serê xwe vedikin û wisa dimeşin. Girtiyên siyasî çawa tên berdan bi dirûşmên xwe xwedî li şoreşê derdikevin. Weke mînakek; aktîvîstê karker Sepîdeh Qoliyan e. Nêzî 6 salan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Dema derketî jî dirûşma ‘Hamaneyê zalim’ berz kir.”    ‘EM DI QONAXA BIRYARDAYÎNÊ DE NE’   Nivîskar Namazîe daxuyand ku xelkê Îranê di navbera azadî û rejîma zextker de ketiye qonaxa biryardayînê û axaftina xwe wiha qedand: “Şoreşa ‘Jin, jiyan azadî' ji bo jin û gelên Îranê, herêm û cîhanê ewqas girîng e ku nabe ji rê were derxistin û tunekirin. Divê kesên li gel şoreşa jinê hinek hişyar bin. Divê bala her kesî li ser daxwazên jiyan û azadiyê yên jin û gelên Îranê be. Em di qonaxa biryardayînê de ne. Piştî damezirandina rejîma îslamî, tarîtiyeke hêj xerabtir hat. Li gel vê, hejmara hêzên olperest zêde bû. Şoreşa jina serkeftî dê dinyayê hîn baştir biguherîne. Heke em di parastina vê rastiyê de pir biisrar bin, dê bibe mizgîniya rojeke nû.”    MA / Bêrîvan Kutlu