Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran 2023-04-14 13:42:19   ÎZMÎR - Namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk bi jinên karkerên çandiniyê yên li navçeya Menderesê re hatin ba hev. Namzetan, li pirsgirêkên jinan guhdarî kirin û diyar kirin ku dê bi hev re li dijî kedxwariyê têbikoşin.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Menderesê bi jinên karkerên berhevkirina rokayê re hatin ba hev. Namzetên parlamenteriyê yên jin Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay û hevseroka bajar Berna Çelîk jî tev li xebata hilbijartinê bûn.    ÇÛN SERDANA JINÊN KARKER    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di serdanê de axivî û diyar kir ku heqê keda jinan nayê dayîn. Kemalbay, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em ji bo ku daxwazên we li Meclisê jî bînin ziman hatin vê derê. Em bi jinên kedkar ên tên tepisandin re ne. Em dixwazin bi hev re têbikoşin û vê pergalê bi hev re biguherînin.”    ‘HILBIJARTINEKE KRÎTÎK E’    Piştre jî namzetên jin xwe dan nasîn û diyar kirin ku ji bo bizanin bê ka jinên karker bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ji bo van pirsgirêkan ji wan guhdarî bikin hatine serdanê. Namzetên jinan gotin ku ev hilbijartin ji bo jinan pir krîtîk e û dan zanîn ku Partiya Çepên Kesk li Meclisê misogeriya hemû jinan e.    Karkerên jin jî di hevdîtinê de axivîn û gotin ku heqdestê wan ê rojane 300 TL ye lê ji ber krîza aborî ev pereye bi têrî wan nake û destnîşan kirin ku divê pergala heyî were guherandin.