Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin 2023-04-04 12:16:17   STENBOL - Li Stenbolê ji dayikên ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin 4 hatin binçavkirin.    Li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi avêtina gulan a behrê hate pîrozkirin. Dayikên Aştiyê û dayikên ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariye ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) hatin bahev. Dayikan li ber peravê meşiyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berzkirin.    4 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Jinên ku pişt re li ber peravê gul avêtin behrê, dema aktîvîteya xwe bi dawî kirin rastî êrişa polîsan hatin. 4 jin hatin binçavkirin.    Polîsan her wiha hewl dan nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zana Kaya û nûçegihanên JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn û Elfazî Toral ên nûçe dişopandin asteng bikin. Her wiha rojnamevan rastî heqaretên polîsan hatin.