Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin 2023-04-04 11:11:51   HATAY - Mecîde Horoz a 75 salî ku tev li “Nobeta Jiyanê” ya li Samandagê bûye, bertek nîşanî xalîkirina kavilan li qadên wan ên jiyanê da û wiha got: “Em dixwazin li ser xaka xwe bin.”    Li dijî kavilên ku li qadên çandiniyê yên Taxa Denîz a Samandag a Hatayê, duh Nobeta Jiyanê hatibû destpêkirin. Welatiyan da zanîn ku heta “Rêziknameya asbestê” dikeve meriyetê û kavil li qadên dûr ên jiyanê tên xalîkirin jî dê her roj Nobeta Jiyanê bidomînin.    Yek ji jinên tev li nobetê bûy jî Kubra Suadiye ye. Suadiye, got ku ji roja kavil hatine rakirin heta niha li nêzî qadên jiyanê tên xalîkirin û ev tişt anî ziman: “Ev yek, xetereyê li ser tenduristiya kesên li konbajaran dijîn dike. Hem bandorê li ser mirovan û hem jî li ser zindiyên din dike. Divê kavil bêyî ku toz were rakirin bên rakirin û xetereyê li ser jiyana gel çênekin. Em bi vê sedemê li vir kom bûn.”    'ASBEST XETEREYA PENCEŞÊRÊ ZÊDE DIKE’   Nîlgun Aşkar jî diyar kir ku asbest rê li ber penceşêrê vedike û wiha domand: “Tiştekî pir tirsnak e. Ev tê wê wateyê ku mirovên di erdhejê de nemirîn, di nava şert û mercên pir xerab de bimrin. Rêbazên zanistî bi kar nayînin. Me mehkûmî mirinê dikin.”    'MA ME HÊJAYÎ KAVILAN DIBÎNIN?’   Mecîde Horoz a 75 salî jî bi lêv kir ku dê terka xaka xwe nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê kavilên heyî jiyana mirovan zehmettir dikin. Em naxwazin wan kavilan li vir vala bikin. Erdhej bi serê me hat, em bêmal û bêkar man. Niha jî van kavilan xalî vê derê dikin. Dê bibin sedema nexweşbûna me. Ma kavil û nexweşiyan hêjayî me dibînin? Em dixwazin li ser xaka xwe bin. Ez çar caran emeliyat bûm. Bi vî halê xwe di kon de dimînim. Tekane daxwaza min ew e ku van kavilên xalî qadên jiyanê nekin.”    MA / Mujdat Can