Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket 2023-03-05 13:16:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê êdî heftane bi navê “Jin” digihije ber destê xwînerên xwe. Hejmara ewil a kovarê bi manşeta “Hevgirtina dide jiyîn, serhildana birêxistinkirî diguherîne” derket.    Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ku 15 rojan carekê derdiket piştî du mehan wê êdî her hefte bi navê 'Jin' derkeve. Hejmara nû ya kovarê bi manşeta “Hevgirtina dide jiyîn, serhildana birêxistinkirî diguherîne” derket.    Di nivîsên xwe de jinan bal kişandin ser 8'ê Adarê, erdhejê û piştevaniya jinê. Her wiha jinan bal kişandin ser keda jinê.    Serenavên di hejmara nû de cih digirin wiha ne:   Rihê 8'ê Adarê her tim di rihê keda jinê de veşartiye / Ezgi Sıla Demir   Rêyek ji nekropolisê heta utopyayê hîn heye gelo? Fatma Koçak   Serhildana li dijî patriyarka, kapitalizm, îslama siyasî, faşîzmê: 8'ê Adarê Roja Jinên Enternasyonal / Hulya Osmanagaoglu   Di 8'ê Adarê şîn û hêrs di nav hevdu de ne: Jin ji bo derve bang dikin/Gotubêj-Nesli Şahiner   Jinên kurd: Pêşengên têkoşînê yên li dijî rejîma Îranê/Werger-Ekîba Jin