Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê 2023-03-02 13:15:14   ŞIRNEX - Jinên şirnexî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi mexdûrên erdhejê yên jin re hatin ba hev û peyama piştevaniyê dan.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi mexdûrên jin ên erdhejê re civiyan. Parlamentera HDP’ê ya bajêr Nûran Îmîr, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di hevdîtinê de amade bûn.    Jinan, ji mexdûrên jin ên erdhejê re diyarî birin û alîkarî lê hat belavkirin. Li ser qoliyên alîkariyê ev peyam hatibû nivîsandin: Em jin dê di hemû qadên jiyanê de bi hevgirtinê birînên xwe bipêçin. Em ê bi hêvî, bi israr û bi têkoşîna xwe dîsa aj bidin û mezin bibin. Li gel hevkarî û hezkirinê.”   Şandeya jinan 13 malbat ziyaret kirin jê re sersaxî xwestin.