Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome 2023-02-26 09:50:33   MEREŞ - Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan da zanîn ku pêdiviya jin û zarokên li herêmên erdhejê bi bincilan heye û dê piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re bidomînin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) piştevaniya xwe ya bi jin û zarokên li herêmên erdhejê re didomînin û vê piştevaniyê roj bi roj mezintir dikin. Jin dê di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de biçin herêmên erdhejê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilşad Canbaz Kaya, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan û jinên dilxwaz, li navçeya Bazarcix a Mereşê kon bi kon digerin û kêmaniyên mexdûrên erdhejê tespît dikin.    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan da zanîn ku dema di nava konan de digeriyan, tespît kirin ku pêdiviya bi cil û bergan a jin, zarok û zilaman nehatiye pêşwazîkirin û diyar kir ku pêdiviya mexdûrên erdhejê bi cil û bergan hene.    Bi domdarî Fîdan destnîşan kir ku hewcehî bi şampuan, sabûn, alavên din ên paqijiyê, bi melhemên dest-rû û bincilên jin û zarokan heye.    Fîdan, axaftina xwe wiha qedand: “Pêşengtiya kampanyaya alîkariyê ya bi herêmên erdhejê re jin dikin. Ev nêzî hefteyeke bi taybet jî ji bo jin û zarokan alîkarî tên kirin û ev alîkarî dê bidomin. Dê di 8’ê Adarê de pêdiviyên jinan bên pêşwazîkirin û em ê mil bidin milên hev. Em ê ji vir û şûnde heta hemû pêdiviyên mexdûrên erdhejê tên pêşwazîkirin, dê kampanyayên xwe ji bo jin û zarokan bidomînin.”