Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin 2023-02-23 12:47:03   AMED - Jinên kurd 8’ê adarê li herêmên erdhejê bi piştevaniyê pêşwazî dikin. Parêzer Sûzan Akîpa wiha got: “Hilweşîna herî mezin a bi serê me hatî ne erdhej e, ev desthilata faşîst a bi serdestiya mêr e. 8’ê Adara îsal wê bibe soz û çalakiya avakirina jiyana nû.”   Jinên kurd xwe amade dikin ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd (TJA) de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi ruhê berxwedan û piştevaniyê li herêmên erdhejê pêşwazî bikin. Edîtora Kovara Jineolojiyê parêzer Sûzan Akîpa bal kişand ser deklarasyona 8’ê adarê ku dê di 25’ê sibatê de aşkere bikin û anî ziman ku wê bi ruhê piştevaniyê jiyanê ji nû ve ava bikin.    JIN WÊ LI QADAN BIN    Akîpa, destnîşan kir ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê heqîqetek û bîreke û wiha got: “Bi vî awayî dîrokeke ku jinên azadî, edalet, wekheviyê daxwaz dikin hatine qetilkirin e. Ji ber vê yekê jin ji bo ku him berxwedanê mezin bikin him jî xwedî li vê bîrê derkevin û ji bîr nekin girîngiyê didin 8’ê adarê. Şert çi dibin bila bibin di OHAL’ê de jî di vî halî de jî jin 8’ê adarê bi berxwedanek û baweriyeke mezin pêşwazî dikin.”   PIŞTEVANIYA CIVAKÎ   Akîpa ya got “Dibe ku teşe û forma berxwedanê li gorî cih û dem were guhertin lê berxwedan berxwedan e” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dikarin îro jî vê gotinê bêjin. Belê karesateke ku bandoreke mezin li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kirî heye. Erdheja li Mereşê çêbûyî bandor li 10 bajaran kir bi dehhezaran kes mirin bi sedhezaran birîndar bûn û kesên winda hene. Lê erdhej jî di nav de divê encama tu afetên xwezaî evqas giran nebe. Ji ber ku rewşeke dihat dîtin bû, ji ber wê yekê divê bergirî hatibûna girtin. Meseleya esas jî negirtina bergiriyane. Hemû jin, ciwan, mirov ji aliyê desthilatê ve terkî mirinê hatin kirin. Navê vê komkujiya komî ye. Desthilata ku bergirî negirtin, piştî erdhejê jî heman polîtîka domandin û bû sedemê ku encamên neyînî zêde bin. Ji ber vê yekê karesat desthilat û dewlet bi xwe ne. Jin di ferqa vê yekê de ne. Ji ber vê yekê ji roja ewil jinên ku qada herêmên erdhejê ne terikandin, îdiaya wan a birînên desthilatê vekirin derman bike heye û dîsa kesên ji desthilatê hesap pirsîn jî dîsa bûn jin. Piştevaniyeke civakî ya gelek mezin a jin pêşengtiyê dikin heye.”   ÎDIAYA AVAKIRINA NÛ   Akîpa, bi lêv kir ku di pêvajoyeke erdhejê ya ev qas giran de dê 8’ê adarê bi ruhê piştevaniyê pêşwazî bikin û wiha got: “Weke jinên kurd em ê di hefteya 8’ê adarê de jî bi awayekî xurt piştevaniya xwe bidomînin. Belê, dibe ku ne bi şahî be, lê wê berxwedan û hevgirtin hebe. Wê bibe soz û çalakiya avakirina jiyana nû. Weke jinên kurd em di wê baweriyê de ne ku pêwîste bi wesîleya 8’ê Adarê careke din hemû jinên li hemû bajar, gund, hemû qadan û li herêma erdhejê li hev bicivin û hevgirtinê mezin bikin. Li dijî vê sîstema faşîst a bi serdestiya mêr, ku sedema bingehîn a vê karesata bi serê me de hat, em neçar in weke jin bibin yek û bibin yek.”   EWILÎ JIN BIDIN HEDEF   Akîpa, anî ziman ku di şer û afetan de ewilî laşê jinê hedef tê girtin û wiha pê de çû: “Sedemê hebûna desthilatê û dewletê nebûna jinan e. Mekanîzmaya desthilatê bi ser hebûna jinan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê di pêvajoyên weke şer û erdhejan de desthilat ewilî êrişî jinan dike. Ev yek jî ji ber hinceta avakirina wê ye.”   BANG LI JINAN KIR    Akîpa axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Esas a di bin kavilan de ma bû desthilat bi xwe. Hilweşîna herî mezin a bi serê me hatî ne erdhej e, ev desthilata faşîst a bi serdestiya mêr e. Em jin dikarin bi mezinkirina piştevaniyê û torên piştevaniyê yên bi xurttir li dijî vê hilweşînê derkevin. Em dikarin xwesteka kesên dixwazin erdhejê veguherînin firsendê bertaraf bikin. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku jin bi jinan re bibin yek.”