'Bi dil û can karkirin, serkeftinê bi xwere tîne' 2018-04-04 09:21:06 EDENE - Zehra Şahîn a li navçeya Çukurovayê hilberîna sabûnan dike û difiroşe wiha got: “Ger hûn zimanê karê xwe fam bikin, bi dil û can nêzî kar bibin, hûnê bi ser bixin.” Li Bazara Semta Bûlwara Kanan Evren a navçeya Çukurovaya Edeneyê, Zehra Şahîn di Bazara Hilberîna Jinan a hefteyê carekê tê danîn de, hewl dide keda xwe dîtbar bike.  Şahîn a 30 salî, sabûnên çêdike, di bazarê de difiroşe. Şahîn derbarê xebata xwe de axivî û wiha got: “Sabûnên çêdikim her yek taybetmediyek wan a cûda heye.”   ‘KARÊ MIROV JI MIROVAN RE XWEŞTIR TÊ’   Şahîn a mezûna aboriyê ye, da zanîn ku gava ew karê xwe bi xwe dike pir keyfa wê tê û wiha got: “Destpêkê sabûnên min dikirîn, difirotin. Dûre min bi xwe dest bi çêkirina sabûnan kir û firotin. Ji bo çêkirina sabuna pewîstî bi kedek mezin heye. Sabûnên çêdikim ji bo tenduristiya mirovan jî başe. Gava mirov sabûnê min çêkirin bi kar tînin ez gelek keyfxweş dibim. Ez ji zimanê karê xwe fam dikim. Ji ber vê yekê karê min serkeftî berdewam dike.”