Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin 2023-02-13 23:38:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca ku tevkariyê li tamîrkirina hilweşînê ya piştî erdheja li Mereşê pêk hat bike, Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinê hat avakirin.   Tora Jinan bi armanca tevkariyê li tamîrkirina hilweşînê ya piştî erdheja navenda wê Mereşê pêk hat bike, Tora Koordînasyona Afetê ava kir. Ji ber beşa herî zêde ji tiştên qewimî bi awayekî neyînî bi bandor dibin jin, zarok, LGBTÎ+ û beşên din ên di civakê de hatine dûrxistinin, ji bo ku di vê pêvajoyê de piren di navbera çavkanî û kesên hewcedar de bên avakirin, li dijî binpêkirina mafan têkoşîn bê dayîn û ji bo ku rêxistinên jinan di her merheleyên rêveberiya afetê de bi awayekî aktîf cih bigirin, hat ragihandin ku Tora Koordînasyonê ya Afetê ji bo pêçandina birînan bi hevgirtinê re di qadan de ye. Tora Koordînasyonê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi rêxistinên xwe û her cure derfetên li her derê Tirkiyeyê, ji bo em tecrubeya ku me ji têkoşîna xwe ya bi dehan salan bi dest xistine re parve bikin, em cihê xwe di nava hevgirtina welatiyan de digirin.”