Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in 2018-04-02 10:09:54   ÎZMÎR – Koordînatora Filmmor Melek Ozman, diyar kir ku bi jiyana jinê re reng û zimanê sînemayê jî diguherînin û got: “Ên ku beşdarî 16’emîn Mîhrîcan Filman a Jinên Fîlmmor a Seyar a Nevneteweyî bibin dê şensek wiha bi dest bixin.”   16’emîn Mîhrîcan Filman a Jinên Fîlmmor a Seyar a Nevneteweyî ku bi dirûşmeya “Ne gotin diqede, ne rê û ne jî hêvî” ya li Stenbolê starta wê hat dayîn, bernameya wê ya di navbera 30’ê Adarê û 1’ê Nînasê ya li Îzmîrê bi dawî bû.  Mîhrîcana ku rastî eleqeyek mezin hat, dê bi dûrê li Trabzon, bodrum, Mêrsîn, Edene û Amedê pêk were. Koordînatora Fîlmmor Melek Ozman, diyar kir ku pêvajoya amadekariyên mîhrîcanê tije derbas bû.    Ozman, anî ziman ku eleqeyek mezin ji bo mîhrîcanê hebû û wiha axivî: “Vê yekê hişt ku em xebatên berdewam bikin. Ji ber OHAL’ê qad girtin pir zor bû û gelek astengî ji me re derxistin. Ji xwe gelek mekan hatin girtin. Lê ligel vê yekê jî emê hevdîtina xwe ya bi jinan re berdewam bikin.”   ‘JIN ZIMANÊ SÎNEMAYÊ DIGUHERIN’    Ozman, di berdewamiya  axaftina xwe de wiha got: “Jin di sînemayê de, jiyana xwe de, kadraja xwe de, reng û zimanê xwe diguhere. Ev tiştek girînge. Ên ku hatin mîhrîcanê bûn şahidê vê yekê û şansek mezin bi dest xistin.”   RAWESTGEHA DAWÎ AMED E    Ozmen, da zanîn ku hefta bê dê li Trabzonê bin û wiha bi dawî kir: “Rawestgeha me ya dawî dê Amed be. Berî 4 salan me li Amedê mîhrîcan pêk anî. Me ji wê demê heya niha gelek tişt winda kirin. lê hêvî nebe jiyan jî nabe. Hevî dibe sedem ku mirov xwe tim ji nû de biafirîne û ava bike. Em dixwazin li hemû bajara û cîhanê bi jinan re li hev kom bibin. Ev hîsekê pir xweş dide me û me bi hêz dike. Sedema van hemûyan jî hêviye. Mîhrîcan jî herî zêde ji bo vê yekê başe.”