Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir 2023-01-22 15:28:48   AMED - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li sehaya xwe bi Tîma Futbolê ya Jinan a Trabzonsporê re lîst û 2-1 têk bir.   Di hefteya 13’emîn a Koma B ya Super Lîgê ya Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Tîma Futbolê ya Jinan a Trabzonsporê re li sehaya xwe lîst.    Maç li Tesîsên Şehmûz Ozer hat lîstin û gelek alîgirên Amesporê ji bo temaşekirina maça tîma xwe hatibûn stadyûmê.    Golên Amedsporê ji hêla Demba Cristelle Ursula û Bakradze Teona ve hatin avêtin. Amedsporê di maçê de Trabzonspor 2-1 têk bir.   Bi vê vê serkeftinê re pûanên Amedsporê bûn 19.