Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2023-01-07 22:11:51   STENBOL - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek navçeyên Stenbolê 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku 10 sal berê li Parîsê hatibûn qetilkirin, bibîr anîn.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî 10'emîn salvegera qetilkirina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li navçeyên Kagithane, Esenyûrt û Umraniye yên Stenbolê çalakiyên bibîr anînê li dar xistin.    KAGITHANE   Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol û rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyê û gelek welatî tevli biranîna li avahiya HDP'ê ya Kagithaneyê bûn. Li gel wêneyên her sê siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin, wêneyên endama MEclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka MEclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyaya Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin û wêneyê Endama KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku demeke li Parîsê hatibû qetilkirin li hêwana bîranînê hatin daliqandin.    Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sînezîvyona der barê têkoşîna siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin hat nîşandan. Di dema sînevîzyonê de jinan dirûşmeyên "şehîd namirin" û "jin, jiyan, azadî" berz kirin. Her wiha ji bo kesên hatien qetilkirin find hatin vêxistin.    Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulumê, destnîşan kir ku sedema van komkujiyan polîtîkayên şer e ku desthilat di meseleya kurdî de tê de israr dikin.    Aktivîsta TJA'yê Selcan Saygiyê jî destnîşan kir ku jinên berxwedêr hedef tên girtin û got ku ev komkujiyên di 10 salênd awî de pêk hatine ne tesaduf in.    Piştî axaftinan helbest hatin xwetin û kilam hatin gotin.    ESENYÛRT   Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Hevserokê HDP'a Stenbolê FErhat Encu, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Koordînasyona Jinên Ciwam  aktivstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, nûnerên ANYAKAYDER, MATÛHAY-DER û gelek welatî tevlî bîranîna li avahiya HDP'a Esenyûrtê bûn. Li hêwana bîranînê wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin û findên kesk û sor û zer hatin vêxistin.    Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sînezîvyona der barê têkoşîna siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin hat nîşandan.    Aktivîsta TJA'yê Turkan Aşçi bilêv kir ku armanca van komkujiyan fetisandina berxwedana gelê krud e û got: "Lê tiştek ji bîr kirine; têkoşîna çar perçeyên Kurdistanê derbas kiriye, êdî li cîhanê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bilind dibe.'    Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunayê jî anî ziman ku ger kiryarên komkujiya 10 sal berê bihatana eşkerekirin dê Komkujiya Parîsê ya 2'yemîn çênebûna û got ku tu êriş nikarin kurdan bidin sekinandin.   Piştî axaftinan helbest hatin xwetin û kilam hatin gotin.    UMRANİYE   Parlementera HDP'ê Oya Ersoy, aktivîstên TJA'yê û gelek kes tevlî bîranîna li Umraniyeyê bûn. Li cihê bîranînê wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin û find hatin vêxistin.   Di bîranînê de ku hunermena NÇM'ê Baran Bozyel tevlî wê bû, stranên kurdî hatin gotin.