‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’ 2022-12-16 10:01:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurd ku li başûrê Kurdistanê bi sazî û rêxistinên jinan û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Şandeyê wiha got: “Jinan got ku ev sedsal dê bi pêşengtiya jinê bibe sedsala kurdan. Azadiya gelê me girêdayî azadiya jinê ye û yekitî jî girêdayî yekitiya jinên kurd e.”   Şandeya Yekitiya Jinên Kurd a ji bakurê Kurdistanê ku ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulşen Sîncar, akademîsyen Evîn Aydin û endama Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) Zeynep Dînçer pêk dihat, bi mebesta damezirandina yekitiya jinên kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê, di 10’ê kanûnê de çû serdana başûrê Kurdistanê. Di çarçoveya xebatan de şandeyê li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi gelek partiyên siyasî, rêxistinên jinan û kesayetên naskirî yên Başûr re re civîn li dar xistin. Di civînan de nêrîn û pêşniyarên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hatin nîqaşkirin.   Di roja ewil de şande li Hewlêrê çû serdana Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê. Şande ji aliyê Serokê Yekitiya Parlamenteran Cemal Qasim, Cîgirê Serokê Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî û endamên din ên Yekitiya Parlamenteran ve hat pêşawzîkirin. Di civînê de rewşa Kurdistanê bi giştî hate nirxandin û tespîta rewşa metirsîdar hat kirin. Di civînê de bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd a li her çar parçeyan.    ‘TÊKOŞÎNA BÊYÎ JINAN ENCAM NAGIRE’   Piştre jî şande çû serdana Encûmena Bilind a Xaniman û ji aliyê Emîndara Giştî ya Encûmena Xaniman Dr. Xanzad Ehmed ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de rola jinên bakurê Kurdistanê û têkoşîna jinan hat nîqaşkirin. Di hevdîtinê de hat gotin ku tu têkoşînên li Kurdistanê yên ku jin di nav de nebin, encamekî bi xwe re nayînin û divê ji bo pêşengtiya jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê xebat bên kirin. Di civînê de ev nirxandin hat kirin: “Rola jinan a di têkoşîna li dijî dijmin û di xebatên neteweyî de diyarker e. Her wiha yekitiya jinên kurd a li her çar parçeyan girîng e. Bi vê yekê jin dikarin astengiyên li pêşiya yekitiyê ji holê rakin.”   LI SILÊMANIYEYÊ HEVDÎTIN HATIN KIRIN    Di roja sêyemîn a serdanê de şande derbasî Silêmaniyeyê bû û bi jinên ji Tevgera Goran, Hizba Şûî Kurdistan, Tevgera Azadî, RJAK, Hizba Sosyalîst, Yekitiya Jinan, Şanaz Îbrahîm Ehmed, Sekreteriya Xwişkên Yekgirtûya Îslamî û Rêxistina Xwişkên Îslamî yên Komela Dadgerî re civiya. Di serdanan de li ser çawaniya avakirina hemahengî û avakirina yekitiya jinên her çar parçeyên Kurdistanê axivîn.   ŞANAZ ÎBRAHÎM: EZ HER TIM PIŞTGIRIYÊ BIDIM   Di civîna li gel Şanaz Îbrahîm Ehmed de li ser pirsgirêkên giştî yên jinên kurd hat sekinîn. Di hevdîtinê hat gotin ku di vê qonaxê de pêwîstiya jinên kurd bi helwesteke hevpar heye. Îbrahîm da zanîn ku ji bo avakirina platformeke giştî ya yekitiya jinên kurd dê her tim piştgiriyê bide.    Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr û endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Gulşen Sîncar têkildarî hevdîtinan bi Rojnewsê re axivîn.    ‘EM DIXWAZIN ÊŞÊN GELÊ XWE BI DAWÎ BIKIN’   Nûran Îmîr bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya jinên kurd û ev tişt anî ziman: “Jinên cîhanê ji biryar û rêxistinbûna me hêz digirin. Têkoşîna azadiyê ya jinan pêş dikeve. Bi hezaran sala ye gelê me êş dikişîne. Bi vê pêngavê em dixwazin van ewrên tarî rakin û siberoja gelê xwe ronî bikîn û di nava biharê de bijîn. Ev bihar jî wê bi rêxistin, lihevkirin û yekitiyê pêk were. Hemû aliyan em bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Em li ser pirsgirêkên jinan û astengiyên ku li Başûr di nava partî û desthilata ku îradeya jinan nabînin axivîn. Jinan got ku ev sedsal dê bi pêşengtiya jinê bibe sedsala kurdan. Ev jî bi yekitî û lihevkirinê dibe. Azadiya gelê me girêdayî azadiya jinê ye û yekitî jî girêdayî yekitiya jinên kurd e.”    ‘HEVDÎTIN BI ERÊNÎ DERBAS BÛN’   Têkildarî mijarê Gulşen Sîncar jî wiha got: “Serdanên me erênî bûn. Me pêşniyar û daxwazên cuda yên ji bo avakirina yekitiya jinên kurd gundarî kirin. Em ê van nêrîn û pêşniyaran tevekan binirxînin û li ser vê bingehê gav biavêjin. Me derfet nedît xwe bigihînin jinên li Rojava û Rojhilat. Em ê hewl bidin asta rêxistiniya di navbera Bakur û Başûr de zêdetir bikin. Piştre jî dê ji bo Rojava û Rojhilat gavên mezintir biavêjin.”