Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand 2022-12-10 10:42:15   AMED - Prz. Sûzan Akîpa diyar kir ku desthilat ji tirsê zextê li nûner û saziyên jinan ên kurd hene û wiha got: “Felsefeya jin jiyan azadî di pergalê de derzên kûr afirand.”   Êrişên desthilata AKP’ê yên li dijî têkoşîna jinan berdewam dikin, aktîvîstên di qadên mafên mirovan de dixebitin jî tên hedefgirtin. Daraza mêr ku faîlên qirkirina jinan, tecawîz û îstîsmara zarokan bêceza dihêle li aliyê din jinên ku li dijî van sûcan têdikoşin û gotinan dibêjin û çalakiyan dikin jî digire. Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê 50 jinan de lêpirsîn da destpêkirin û ji van Fîgen Aras, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Dîdar Çeşme, Bedia Akkaya, Hatîce Gungor, Hulya Kinagu û Gulistan Dehşet hatin girtin, derbarê 13 jinan de jî cezayê hefsa malê hate birîn û bi vî awayî xwestin jinan ji têkoşîna kolanan dûr bixin.    Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê û rêvebera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Sûzan Akîpa, operasyonên girtin û binçavkirinên li dijî kesên têkoşîna jinên kurd tê meşandin nirxandin.    Parêzer Sûzan Akîpa   Akîpa, bal kişand ser girtin û binçavkirina jinên di demeke dirêj li qadên cuda de têdikoşin û wiha got: “Îro jinên kurd tenê têkoşîna zayendî nadin meşandin. Jin îro hewl didin rengê jinê, nasnameya jinên kurd di qadên çandî, civakî, aborî, ekolojî, parlamento, hiqûq û hemû qadên din de bidin nîşandan. Di serî de têkoşîna jinên kurd dema têkoşîna jinan a hemû qadên din mezin dibe dibin hedefa serdestan. Zextêm li ser rojnamevanên jin ên kurd ji zextên wekîlên jin ên li parlamentoyê, hiqûqnasên jin û siyasetmedarên jin serbixwe nîne.  Meseleya hedefgirtina kesên weke Ayşe Gokkan, Fîgen Aras û Nagîhan Akarsel girîng e. Ayşe Gokkan Berdevka Demê ya TJA’yê bû. Cezayê li Ayşe Gokkanê hatiye birîn esas li hemû rêxistina jinan hatiye birîn. Dîsa Fîgen Aras îro hafizayeke jinan e. Ev meyla tundiyê û pratîka daraz û cezakirinê dikare weke tundiyeke li dijî vê hafizayê were dîtin. Divê bi vî awayî hem li vîna xwe hem li hafizaya xwe xwedî derkevin.    Akîpa, têkildarî hincetên binçavkirin û girtina jinan de jî ev tişt gotin: “Sedemê girtin û binçavkirinan heye? Divê mirov vê jî lêkolîn bike. Li hemberî me pergaleke ku sond xwariye hêza jinê ya rêxistinbûyî heps bike û hewl dide van jinan bê hincet bêdeng bike. Bêguman hin hincetên ku wan bi xwe îcadkirine di dosyayan de hene. Di esasê xwe de dema em li dosyayên jin, ciwan û di rastiyê de hemû kesayetên ku dibin hedefa darazê dinêrin, em dibînin ku hewl tê dayîn pêşî li azadiya ramanê û rêxistinbûna jinê bê girtin.”    ‘JIN JIYANÊ AVA DIKIN’   Akîpa, têkildarî dirûşmeya “Jin jiyan azadî” jî got ku ev dirûşm desthilat, mêr, aqlê netew dewletê tirsandiye, xistiye nava fikaran û wiha berdewam kir: “Belê, di sedsala 21’an de em niha kuştina jinan, operasyonên qirkirina siyasî û hilweşînên ekolojîk dibînin ku wê rê li ber qetilkirina jinan veke. Em bi pergaleke ku jinan, kurdan û hemû nasnameyên bindest tune bike û ji şer sûdê digire re rûbirû ne. Li atolyeyên me yên jineolojiyê em li ser çima ‘Jin jiyan azadî’ ev qas girîng e nîqaşan bi rê ve dibin. Ev dirûşme dirûşmeke kevn e ne tenê bi Rojhilat dest pê kiriye. Ji dirûşmeyekê wêdetir bûye felsefeyek û teşeya berxwedanê. Heta di kolandinên kevnare de jî tê destnîşankirin ku tişta aydê jinê aydê jiyanê ye û ya aydê  jiyanê jî aydê azadiyê ye. Û îro jî weke ku di têkoşîna jin û civakê de hatiye dîtin ku bi Şoreşa Rojhilat dest pê kiriye û li hemû cîhanê belav bûye, jin jiyanê ava dikin û bi rêxistin dikin û ji cihekî ku azadiyê hildiberîne dengê xwe bilind dikin. Rastiya ku slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ îro pergalê ewqas ditirsîne jî bi rastiya ku rastiyekê hildigire ve têkildar e. Derketina holê, rêxistinbûyîn û mezinbûna vê rastiyê tê wateya windakirina sîstemê. Ji ber vê yekê felsefeya jin jiyan azadî di pergalê de derzên kûr afirandiye.    SÛZAN AKÎPA KÎ YE?   Parêzer û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Suzan Akîpa di warê jinan de xebatên hiqûqî û akademîk dimeşîne. Akîpa ya di heman demê de rêvebera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê ye li dijî binpêkirinên mafan jî têdikoşe.    Bavê wê Agît Akîpa di sala 1992’yan de piştî li gundê Xandûk yê navçeya Hezex a Şirnexê hate binçavkirin hate qetilkirin.    MA / Eylem Akdag