Garîbe Gezer ku hatibû qetilkirin: Ez tu carî serî natewînim 2022-12-08 10:50:49   MÊRDÎN - Garîbe Gezer ku li girtîgehê hatibû qetilkirin, di hevdîtina dawî ya bi xwişka xwe Asya Gezer de wiha gotibû: “Bi taybet jî li ser me jinan polîtîkayeke qirêjî dimeşînin. Xwişkê, ez serî natewînim. Ji vir cenazeyê min jî derkeve ez ê li hemberî wan serî netewînim.”    Garîbe Gezer ku sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandariyê hatibû kirin, li vir di encama îşkenceya zayendî û fîzîkî de, di 9’ê kanûna sala 2021’an de hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Gezer re salek derbas bû. Dema di sala 2016’an de diçû cem xwişka xwe ya li Kutahyayê dixwend, bi hinceta qedexeyên derketina derve ya li Kerboran a Mêrdînê hate binçavkirin û girtin. Gezer, piştî girtîgeha Mêrdîn li gorî rêzê li girtîgehên Şakran, Tarsûs, Kayserî û Kandirayê hate sirgûnkirin. Di vê navberê de doza wê didomiya û 21 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Gezer, li girtîgehên lê dihat sirgûnkirin rastî îşkenceyê û miameleyeke xerab hat û îşkenceya zayendî lê hat kirin. Beriya jiyana xwe ji dest bide, ji malbat û parêzerên xwe re nameyek şand û got; “Bila tiştên ez dijîm bên zanîn” û heta roja hatiye qetilkirin jî li ber xwe da.    Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê têkildarî qetilkirina Gezer lêpirsîn da destpêkirin û ji destpêkê ve ev lêpirsîn bi awayeke “nepen” hat domandin. Nehiştin ku parêzer û xizmên Gezer xwe bigihînin naveroka lêpirsînê û di dawiya meha mijdarê de jî dozgeriyê bi îdiaya “delîlên têrker nînin” biryara neşopandinê da. Ne tiştên ku Garîbeyê li ser telefonê bi xizmên xwe re parvekirin, ne nameyên wê, ne serlêdanên wê yên sûc û ne jî dîmenên têkildarî îşkenceya weke delîl hatin qebûlkirin.    Xwişka Gezer, Asya Gezer û dayika wê Halîme Gezer bi boneya yekemîn salvegera qetilkirina wê têkildarî jiyan û têkoşîna wê bi ajansa me re axivîn.    ‘HER TIM LI BER XWE DA’    Xwişka Gezer ku di heman demê de hevala wê ya girtîgehê Asya Gezer qala pêvajoya piştî girtina Gezer kir û wiha got: “Ji ber binpêkirinan, gelek caran serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Dema Garîbe ji Tarsûsê birin Kayseriyê, li wir di hucreyê de hat ragirtin û binpêkirinên mafan çêbûn. Li dijî van binpêkirinan, dest bi rojiya mirinê kir û agir berda qawîşa xwe. Garîbeyê li dijî zext, îşkence û binpêkirinên mafan, her tim çalakî li dar xistin. Garîbeyê her tim li ber xwe da. Li ser telefonê qala tiştên dijiyan kir. Li odeyeke ku binê wê şil da ragirtin û betaniyeyeke şil dabûn wê.”    ‘TACÎZ QEBÛL NEKIR’   Bi domdarî Gezer, destnîşan kir ku piştî Garîbeyê navên kesên îşkence li wan dikirin bi wan re parve kirin, li Kandirayê hatiye sirgûnkirin û wiha domand: “Li Kandirayê di hucreyeke yekkesî de hat ragirtin. Li dijî vê jî gelek caran daxwazname dan lê encamek jê derneket. Ji ber ku daxwaznameya xwe bi nivîskî dabû, hate derbkirin û li odeya bisunger hate ragirtin. Me jî li dijî vê rewşê serlêdan kirin lê encamek jê derneket. 24 saetan di odeya bisunger de hate ragirtin. Hem bêhntengiya wê û hem jî mîgrena wê hebû. Wê demê nexweşiya wê dîsa dest pê dike. Her wiha got ku dîsa xistine hucreyê û psîkolog gef lê xwariye. Her wiha ji me re got ku gardiyanên jin tacîza zayendî li wê kirine. Ji me re got; ‘Ez tenê bûm lê wan 10 kesan ez derb kirim. Gardiyanên zilam bi postalên xwe pê li stûyê min kirin.’ Jixwe destê wê tawandibûn û li erdê bada bûn. Jixwe Garîbeyê ev mijara tacîzê tu carî ranegirt. Wê demê psîkolojiya wê gelek xerab bûbû. Digot dema li erdê nihêrtî dît ku di nava xwînê de ye (...)”    ‘EZ SERÎ NATEWÎNIM’   Di berdewamê de Gezer ev gotinên Garîbeyê yên piştî îşkenceyê parve kirin: “Min li vir gelek pirsgirêk jiyan. Bila were zanîn. Belkî di şexsê min de gelek heval ji van binpêkirinan, derbkirinan û tacîzan xelas bibin. Bi taybet jî li ser me jinan polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Em jin bêhtir tên derbkirin û rastî tundiyê tên. Xwişkê, ez teqez serî natewînim. Heke ji vir cenazeyê min jî derkeve ez ê serî li ber wan netewînim.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDMÎNIN’    Gezer, da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehan piştî Garîbeyê jî berdewam kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevala min a girtîgehê bû. Min ew winda kir lê her mirineke li girtîgehê, wê pêvajoya Garîbeyê bi bîra min tîne. Ez wê şevê nikarim razêm. Qet nebe heke em vê têkoşîna hiqûqê ya Garîbeyê bidomînin, belkî ji girtîgehên din cenaze dernekevin. Ji bo hinekan dibêjin întîhar kiriye û ji bo hinekan jî dibêjin krîza dil derbas kiriye. Hem ji bo hevalên jin û hem jî yên zilam ên di girtîgehê de em ê vê têkoşînê bidomînin.”    Têkildarî dosyaya Garîbeyê jî Gezer ev tişt anî ziman: “Li gorî texmîna min dê biryara neşopandinê bidin. Ji ber ku dozgeriyê piştî dosyaya ewilî, îfadeya destpêkê jî 10 meh piştre girt. Min li wir jî got. Jixwe qeydên hevdîtina li ser telefonê li wir in. Min xwest ku ev qeyd bên derxistin. Lê çawa dizanin wisa kirin. Dê hev biparêzin. Ne bawerim ji bo me tiştekî bikin. Jixwe parêzerên me daxwaznameya îtîrazê amade dikin. Em ê serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin. Heke ji wir jî tiştek dernekeve dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.”    DAYIK GEZER: EM DEV JI RÊYA ZAROKÊN XWE BERNADIN    Dayik Halîme Gezer jî diyar kir ku kurê wê Bîlal Gezer li naverasta kolanê û keça wê Garîbe jî li girtîgehê hatiye qetilkirin û wiha axivî: “Kurê min Haşîm jî ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Keça min li girtîgehê kuştin û piştre gotin xwe kuştiye. Keça min zarok nebû. Garîbe, jineke canefada bû. Wê xwe nekuşt. Salvegera wê bû. Dosyaya wê girtin. Faîl dernexistin holê. Bi ser dosyayê girtin. Em dixwazin ku li ser dosyayê bê sekinandin. Ez edaletê dixwazim. Bila hiqûqa keça min ji holê ranebe. Zarokên me girtî ne. Em dixwazin rewşa girtîgehan baş bibe. Xwedê jî şahid e, em ê dev ji rêya zarokên xwe bernedin.”    ‘EZ LI MAFÊ GARÎBEYÊ DIGERIM’   Dayik Gezer, bi lêv kir ku piştî Garîbeyê jî mirinên li girtîgehan berdewam kirine û wiha pê de çû: “Dîmenên dema ku Garîbe li erdê dihat kaşkirin hatin weşandin. Hemû dinya dizane ku hatiye kuştin. Dewlet dizane. Ewropa dizane. Teqez keça min xwe nekuştiye. Doza birayê xwe dişopand. Ceza lê nehat birîn. Kûçik, goştê kûçikî naxwe. Erdogan ji tevan hez dike. Yekî li girtîgehê dikuje. Yên ku dengê xwe derdixîne û li ber xwe dide jî li derve dikuje. ” Dayika Gezer ku ew bi xwe jî li kolanan e axaftina xwe wiha qedand: “Ez li heqê zarokên xwe digerim. Heta ku bedena min li ser pêya be, heta ku xwîn di laşê min de hebe, ez ê li heqê keça xwe bigerim. Ez nehêlim ku heqê keça min were xwarin. Ez ê nehêlim ku heqê were xespkirin. Dibûya ku cenazeyê keça min jî winda bikirana. Lê partî xwedî lê derket û ji me re şand. Ez ê vê yekê tu carî ji bîr nekim. Lewma em tu carî nabin dostên dewletê. Dewlet ji me re nabe dost.”