Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî' 2022-12-01 18:15:18   EDENE - Jinên ku binçavkirina aktivîstên TJA'yê şermezar kirin, gotin ew ê tim bibêjin, "Jin, jiyan, azadî".    Platforma Jinan a Edeneyê, li Parka Îsmet Înonuyê bi daxuyaniyekê binçavkirina aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Têkoşîna jinê nayê darizandin. Bila jinên binçavkirî bên berdan" nivîsandî hat vekirin. Di daxuyaniyê de tim dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. Li ser navê platformê Parêzer Sevîl Araci Bek metna daxuyaniyê xwed. Bekê anî ziman ku di heyameke wisa de ku dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" bûye dirûşmeyeke gerdûnî, desthilat têkoşîna 25'ê Mijdarê ya li dijî kuştina jinan, îstismarkirina zarokan û serdestiya mêrî tamûl nekiriye.    Bekê ku got "desthilata dijminê jinan û kurdan bi awayekî ku heyfê ji jinan bistîne êrişê dibe ser jinan û wan binçav dike û digire" destnîşan kir ku dê li ber zextên desthilatê û serdestiya wê serî netewînin. Bekê ku xwest jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan wiha got: "Em ê li hemû qadên jiyanê û têkoşînê tim bibêjin, 'jin, jiyan, azadî.'"