Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin 2022-12-01 17:08:10   STENBOL – Jin Bi Hev Re Bihêz in têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava bi dirûşma “Ji şer re Na” vîdeoyek parve kir. Di vîdeoyê de wiha tê gotin: “Bombeyên li Rojava tên barandin ne ji bo ‘ewlehiya’ me lê ji bo pêşeroja desthilatdariyê tên barandin.”    Jin Bi Hev Re Bihêz in ji bo ku balê bikişînin ser polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’ê, bi dirûşma “Ji şer re Na” vîdeoyek amade kir. Gelek jin di vîdeoyê de cih digirin û vîdeo 4 deqîqe û 28 saniye ye. Vîdeo, li ser Youtube’yê hat weşandin. Di vîdeoyê de jin balê dikişînin ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê û bandora wan a li ser jinan.    Li gel vîdeoyê, her wiha metnek hat parvekirin. Di metnê de tê destnîşankirin ku siyaeta şer a desthilatdariya AKP'ê bi m’besta têkbirina vîna gelê kurd tê meşandin û bang li hemû gelan tê kirin ku li dijî van sûcan bêdeng nemînin.    Her wiha jinan destnîşan kir ku bi teqîna li Cadeya Îstîklalê re careke din çîroka tarî ya berê lê şareza bûn dijîn û wiha got: “Kesên bi hinceta vê êrişê hedef tên girtin jî, gelên Sûriyeyê ne ku zêdetirî deh sal in neçarî koçberiyê bûne. Ew kes in ku ji ber dagirkirina Efrînê gundên wan ê hezar salî bi balafirên F-16’an hatine bombebarankirin. Hêj faîlên teqîna li Stenbolê nehatin aşkerakirin, di demekî ku navê Serokê MHP’a Basayê, OSO, bazirganiya tiryakê û wezîrê karên hundir li holê belav dibin de ev teqîn kirin hinceta qirkirineke din. Tirkiye bêyî ku ferq û cudahiyê bêxe navberê, bi balafirên F-16’ê gund û bajaran bombebaran dike. Nîvî bêhtir jê sivîl herî kêm 31 kes hatin kuştin û nexweşxaneyek hat rûxandin. Li ser bombeyan jî navên zarokan tên nivîsandin. Em bi siyaseteke wisa rû bi rû ne ku zarokên bi bombeyeke cuda hatiye kuştin, ji bo kuştina zarokên din îstîsmar dike.”    BANG KIRIN   Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin ku dijminatiya li dijî kurdan êdî weke şêweyeke rêveberiyê tê bikaranîn û ev bang hat kirin: “Bombeyên li Rojava tên barandin ne ji bo ‘ewlehiya’ me lê ji bo pêşeroja desthilatdariyê tên barandin. Divê em li dijî van derewan bêdeng nemînin. Em rê nedin ku muxalefet dîsa xwe paşve bide û piştgiriyê bide deshtiladariyê. Tişta ku em tevek bi hev re qêr bikin ev e; Mafê me jî heye ku di nava aştiyê de bijîn. Ji desthilatdariya ku jiyana mirovan bo hilbijartinê bi kar tîne re bibêjin #savaşahayır (#jişerrena)”