Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir 2022-11-25 14:34:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li Cizîr û Wanê li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan, bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin li Cizîrê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meş hat lidarxistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn û pankarta “Jin Jiyan azadî; Li dijî faşîzm û qirkirina ser jinan dem dema azadiya jinan e” vekirin. Jin, ji Cadeya Orhan Dogan heta Hala Zebzeyan meşiyan. Polîsan li vir pêşî li jinan girt û astengkirin. Dema jinan xwestin bimeşin jî hatin derbkirin û binçavkirin.    Di dema binçavkirinê de jinan bi dirûma “Jin, jiyan, azadî” bertek nîşan dan. Piştre jî tevî hemû astengkirinên polîsan jî Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” meşiya. Di dema meşê de Uca axivî û wiha bertek nîşanî êrişa polîsan da: “Îro, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî ye. Lê we careke din êrişî jinan kir. Dê roj were û faşîzm têk biçe.”    Jinên ku hatin binçavkirin, derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê hatin kirin.    Navên kesên hatine binçavkirin ev in: “Hevseroka HDP’a Hezexê Evîn Erden, Rêveberên HDP’a Elkê Berîvan Temel, Muzeyyen Rustemoglû, Hevseroka HDP’a Elkê Zarîfe Boran, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Nebîha Akay, Nebahat Îşçî, Necat Kuçuk, Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît, Hevşaredariya Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin Berîvan Kutlu, Hevseroka HDP’a Qilebanê Zîlan Yaman, Hevseroka  HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag, aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç, Hevseroka Partiya Kesk û Çep a Pêşerojê ya Hezexê Elfesya Nas, Hevseroka HDP’a Silopiyayê Asûman Kulter, Endamên Meclisa Şaredariya Silopiyayê Garîbe Gezer, Fehîme Sarûhan, Rêvebera HDP’a Cizîrê Songul Kuçuk, Elîf Oruç û 2 ciwanên ku navên wan nehatin hînkirin.”    Hat zanîn ku endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Nebahat Îşçî ku di dema binçavkirinê de birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.    LI WANÊ TUNDIYA POLÎSAN    Li Wanê jî jinan xwest bi pêşengtiya TJA’yê meşekî li dar bixin. Bi vê boneyê jî li pêşiya avahiya HDP’a Wanê hatin ba hev. Jinên ku li vê derê rastî astengkirinên polîsan hatin, bi dirûma “Jin, jiyan, azadî” bertek nîşan dan. Jinên ku derketina wan a ji avahiya partiyê hat astengkirin, diyar kirin ku di meşê de biisrar in. Li ser vê yekê jî polîsan bi bombeyên gazê êrişî jinan kir û bi mertalên xwe jin derb kirin. Ji ber bombeyên gazê, jinek li ser hişê xwe çû.    Jinên ku êrişa polîsan li pêşiya avahiya partiyê protesto kirin, heta demekî sekinîn. Di vê navberê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan bertek nîşanî astengkirin û êrişên polîsan da û wiha got: “Jin, ji hêla polîsên mêr-dewletê ve tên derbkirin. Dixwazin ku em li hemberî wan serî bitewînin lê bi tu awayî em serî natewînin. Em ê nehêlin ku hûn serdestiya xwe ya li ser jinan bidomînin û dê qebûl nekin. Em ê li her deverê li dijî tundiyê têbikoşin.”    Piştî axaftinê jî jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.    LI AGIRIYÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Jinên Agiriyê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li pêşiya rêxistina HDP’a Agiriyê hatin ba hev. Polîsan nehiştin ku jin daxuyaniyê bidin û êrişî jinan kirin. Di encama êrişa polîsan de Endama MYK’a HDP’ê Hatîce Akdag, Endama Meclisa Giştî ya HDP’a Bajar Dîlek Karataş, Hevseroka DBP’a Agiriyê Melîke Ozmuş û jinên bi navên Songul û Leyla ku paşnavên wan nehatin zanîn, hatin binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin, derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê hatin kirin.    Berfirehiya nûçeyê tê...