Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand 2022-11-25 14:17:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna Tevna Jinê strana bi navê “Jîna” ya gotin û muzîka wê aydê Saadet Akin e di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navnetewî ve, ji nû ve strandin û parve kirin.    Piştî ku Jîna Emînî li paytexta Îranê ya Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hate qetilkirin bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” berxwedana li dijî rejîma Îranê di demeke kin de belavî her derê cîhanê bû. Gelek jinên ji dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” sûd girtin, gelek nivîs, helbest nivîsandin, stran amade kirin.    Saadet Akin a ji sala 2015’an ve di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, ji ber qetilkirina Jîna Emînî û têkoşîna jinan bi zaravayê kurmancî yê kurdî strana bi navê “Jîna” nivîsand. Akin, bi telefonê bi malbatê re axivî bû, ev stran gotibû û berxwedana bi pêşengtiya jinê ya li Rojhilat silav kiribû.    Strana Akinê Komîna Tevna Jinê jî ji nû ve sererast kir û strand.    BERXWEDANA KU VEGUHERIYE AWAZÊ   Hunermenda Kurd Devrîm Demîr têkildarî parvekirina stranê ya 25’ê Mijdarê ev tişt gotin: “Ev stran meh û nîv berê ji dengê xwediya wê ji hêla çavkaniyên nûçeyan ve hate weşandin. Stran piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve, bû awaza berxwedana bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ hatiye destpêkirin. Stran bûye awaza têkoşîna jinê.”   HEZAR SILAV LI BERXWEDANA JINAN     Demîr, destnîşan kir ku wan piştî ku ji dengê Akin stran guhdar kirine, biryar dane ku bi awayekî profesyonel qeyda stranê bigirin û diyarî pêvajoyê bikin. Devrîm ev pêvajo wiha şîrove kir: “Ji ber ku Saadet Akin 7 sal e dîl hatiye girtin û derfetên wê nîn e ku strana xwe bi awayek profesyonel bide qeydkirin û bigihîne jinan û civakê. Me xwest ku em bibin dengê wê yê li derve. Parvekirina strana ku têkoşîna jinê, serhildana jinê ya li dijî zilmê vedibêje, di vê rojê de weşandin watedartir dibû. Ev stran silava Saadet Akin a ji têkoşîna jinê ya azadiyê, serhildana dijî zilmê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li ser Jinê ya Navnetewî ye. Em tenê bûn dengê wê.”   Kesên dixwazin dikarin ji vê lînkê stranê guhdar bikin: (https://youtu.be/lnZY0XyfbDA)   Gotinên stranê wiha ne:    JÎNA   Jîna hevalbenda dîlbera Dimdimê Dayê Gewher bi şîr mijand, mezin kir bi vejînê Çilkeziyên Jîna me, ala şoreşa jinê  Her guliyek bi rîh û can, şervanên Kurdistanê    Jîna jîn da bû jin jiyan, bû çirûskek li Rojhilat  Bi navê te sond dixwin em Jin Jiyan Azadî    Di sal û sedsalên tarî, kenê te bû ronahî  Li heft parzemînan, bi heft rengên keskesorî Canê te jîn dide, Roj hiltê li Cîhanê  Hildiweşe têk diçe, pergala pederşahî                               Rûyên reş hişmendî reş, pak nabin bi şalên reş Por kin e guneh tine, azadî bi sînor nîne  Kal e pîr e jin û mêr, bang dikin bi navê te Jana Jîna raza jiyan, tu helwesta vîna me                          Di berbanga sor de, bi agirê Medî ve  Bixemlînin bejn û balê, bi xeftanê sipî ve  Ji Seqiz ta Çarçira, dibim dengê Zagrosa  Diçirînim alên reş, bin ve dixim Jinkujan