Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin 2022-11-19 16:37:56   STENBOL - Konsera ku Komeleya Dema Jinê ye di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de bi tev li bûna Rewşan Çelîkerê li dar bixe, bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin.    Konsera ku Komeleya Dema Jinê ye di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de bi tev li bûna Rewşan Çelîkerê li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşliyê li dar bixe, bêyî hinceteke nivîskî bê pêşkeşkirin, bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin.    Şaredariya Şîşliyê ji komeleya ku beriya çend rojan konser ragihand re bi awayekî devkî daxuyand ku Qeymeqamtiya Şîşliyê konser asteng kiriye.    KESÊN NIKARIN JINÊ BIPARÊZIN…   Komeleya Dema Jinê ye têkildarî astengkirina konsera xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Konsera ku em da di 19’ê mijdara 2022’yan de li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşliyê li dar bixin bêyî hinceteke nivîskî were pêşkeşkirin, bi awayekî devkî hate astengkirin. Kesên nikarin jinan biparêzin, budçeyê ji têkoşîna bi tundiyê re veneqetînin hatina gelhev a jinan li dijî ewlehiyê dibînin. Em dizanin ku her qada ku em lê bên gelhev ji bo hişmendiya polîtîkayên dijminatiya jinan hilberînin re gefeke. Lê em ê dest ji hatine gel hev a li konseran, kolanan, malan û li her qadan bernedin û têkoşîna xwe bidomînin. Û em ê di rojên pêş de careke din bi jinên ku bi me re di nava piştevaniyê de ne re werin gelhev.”