Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe 2022-11-16 09:03:44   WAN - Jinan anî ziman ku mirov nikare berxwedana li Îranê derî tespîta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gotibû "Sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinê" binirxîne û gotin ku berxwedan dê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can bibe.    Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, her diçe berbelavtir dibe. Yek ji taybetmendiyên vê berxwdanê ku wê ji berxwedanên din cudatir dike pêşengtiya jinê ye û li dora dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê xwe birêxistin dike.   Jinan destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan welidiye û wiha gotin: "Ya ku li Îranê bi ruh û can bûye paradîgmaya Ocalan e."   PARADÎGMAYA OCALAN   Aktivîsta mafên jinan Neslîhan Şedal diyar kir ku mirov nikare şoreşa li Rojhilat û Îranê derî tespîta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gotibû "Sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinê" binirxîne. Şedalê destnîşan kir ku jin hem li Rojhilata Navîn hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê pêşengiya tevger û berxwedanên civakî dikin û wiha got: "Jin li hemberî hemû komkujî û êrîşan li ber xwe didin. Pergala zilamsalarî jî hebûna xwe bi qirkirina jinê didomîne û tiştekî ku mirov nikare jê re bibêje jiyan li jinan ferz dike. Jin êdî li hemberî vê serî radikin. Dibêjin ew vê jiyanê û vê pergalê qebûl nakin. Lewma jin û gel hema rojekê be jî dest ji kolanan bernadin. Em dibînin ku jin qalibên li wan tên ferzkirin rûdixînin û hemû kodên zayendparêz deşîfre dikin."   SERÎHILDANA ÎŞTARÊ   Şedalê bilêv kir ku li Îranê jin çalakiyên xwe rengîn dikin û bal kişand ser çalakiyeke jinên îranî ku boyax avêtine hewzên li bajaran û ew sor kirine. Şedalê da zanîn ku ev çalakî dişibe çalakiya Xwedawend Îştarê û ev tişt anî ziman: "Ev çalakî di mîtolojiyê de serîhildana Îştarê tîne bîra me. Îştar, li hemberî feraseta ku dest dirêjî wê dike hemû çem, robar, gol û behran di nava xwînê de dihêle û jiyanê radiwestîne. Li Îranê jî em dibînin ku jin berxwedanê dihûnin û xwe disipêrin dîroka xwe."   'DAWIYA PERGALA ZILAMSALARÎ'   Bi domdarî Şedalê anî ziman ku jin dê li Îran û Rojhilatê bibin cihê guherîneke kokdar û wiha domand: "Em wiha difikirin ku dê pergala baviksalarî ya global nikaribe xwe ji vê berxwedanê xelas bike. Ev berxwedan, dê li cîhanê, deverên din ên Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî rû bide. Me berê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî'yê di Şoreşa Rojavayê de jî dît. Niha heman tişt li Rojhilatê pêk tê. Ev yek nîşan dide ku êdî pergala zilamsalarî dê nikaribe pêşî li ber şoreşa jinê bigire. Divê mirov me her derî bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' birêxistin bikin. Divêtim şoreşa jinê ya li Rojhilatê bê silavkirin û li dor vê şoreşê xwerêxistinbûyîn bê kirin."   FELSEFEYA OCALAN BI RUH Û CAN DIBE   Şedalê tespîta"Heya jinên civakekê azad nebe civak azad nabe" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibîr xist û ev tişt anî ziman: "Feraseta ku heya jin azad nebe civak azad nabe, ji aliyê her kesî ve hatiye fêmkirin û têkoşîna ji bo wê didome."    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şukran Şenê jî diyar kir ku li Îranê hêrsa jinan xwe daye der û wiha derbirî: "Em dibînin ku li vir Şoreş dê bi jinê pêk bê. Ew hêrsa jinê ya ku tim hatiye xitimandin xwe li vir dide der. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî'yê li vir hemû jinan dibewîne. Şoreşa li wir jî xwe bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî'yê kiriye yek."   'JIYANA JI BO GELAN'   Aktîvîsta TJA'yê Denîz Oztekînê jî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Ocalan bibîr xist û wiha axivî: "Ev paradîgma, ji bo tevahiya gelan jiyan e. Ev paradîgma, li Rojavayê bi bedêlên giran bi ruh û can bû û niha jî li Rojhilatê têkoşîneke wekeî wê heye. Gava em li Şoreşa Îranê mêze dikin em helwesta bibiryar a jinan dibînin. Li Îranê jin vê yekê kêl bi kêl dihûnin û paş de gav navêjin."   'JIN PERGALA HEYÎ QEBÛL NAKIN'   Oztekînê bilêv kir ku jin êdî pergala baviksalariyê qebûl nakin û got: "Jin, li qadan bi bedêlên giran azadiya xwe bi dest dixin. Li Îranê 43 sal in jin hepsî malê hatine kirin û azadiya wan hatiye tunekirin. Jin di şexsê Jîna Emîniyê de veguherîn hêrseke mezin. Jin êdî pergalê qebûl nekirin û tifaqa xwe ava kirin. Azadiya jinê, azadiya civakê ye."   MA / Berîvan Kûtlû