Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan 2022-11-15 16:02:51 ÊLIH - Jinên ku li Êlihê têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan, bi lêv kirin ku wê qêrîna xwe ya azadiyê bidomînin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan a nêz dibe li Êlihê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Hênê Gulistan Sonuk, Meclisa Dayikên Aştiyê, jinên HDP’î û DBP’î û aktîvîstên TJA’yê tev li daxuyaniya li ber avahiya DBP’a Êlihê hate dayîn bûn. Di daxuyaniya pankarta “Jin jiyan azadî, li dijî faşîzmê û qirqirina jinan dem dema azadiya jinan e” hate vekirin de aktîvîsta TJA’yê Şukran Çelebî axivî.    TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ    Çelebî, bal kişand ser tundiya li dijî jinê û wiha got: “Kesên ku hewl didin me li malan hefs bikin û bigirin û biavejin girtîgehê bila bizanibin ku em ê berxwedana xwe bidomînin û azadiya jinê mezin bikin. Em ê di girtîgehên dewleta serwer a zilam de lêgerîna tazî, heqaret, şewitandina înfazan, pêkanînên lijneyan, bê pirtûk û rojname hiştinê û pratîkên tundiyê qebûl nekin. Em bi vê wesîleyê banga xwedî derketina Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên ji bo zarokên xwe li ber xwe didin û berxwedana dayika Emîne Şenyaşar dikin. Dîsa bi têkoşîna gerdûnî ya hevkar a jinan di kesayeta Aysel Tûglûk a hate berdan de ji bo hemû girtiyên nexweş di heman ast û bîryardariyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘MUXATAB OCALAN E’   Çelebî, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha berdewam kir: “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê em careke din destnîşan dikin ku muxatabê esas yê pirsgirêka kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê demildest bi wî re hevdîtinê bikin. Tecrîda Îmraliyê pirsgirêkan bêçare dihêle. Yekane rêya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.”   JIN WÊ LI QADAN BIN   Çelebî, da zanîn ku têkoşîna azadiyê ya jinan hatiye asteke ku nikare bê sekinandin û wiha pê de çû: “Weke TJA di hefteya 25’ê Mijdarê de li navend, navçe û gundên Êlihê her roj û saetê li her qad û kolana em lê ne em ê denge xwe bilind bikin û berxwedanê mezin bikin.”    Jinan bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin jiyan azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin.