Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket 2022-11-15 10:07:35 STENBOL - Hejmara dawî ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ji bo 25’ê Mijdarê bi berga “Em bi jin jiyan azadî diherikin qadan” derket.    Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 25’ê Mijdarê hat weşandin. Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ku her 15 rojan carekê tê weşandin, di hejmara 50’emîn de di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, bi manşeta “Em bi jin jiyan azadî diherikin qadan” hat weşandin.    Di hejmara nû de gelek nivîsên derheqê berxwedanên jinan, cureyên tundiyên li dijî jinan û şêweyê pêşwazîkirina 25’ê Mijdara îsal de cih girtin.    Di vê hejmarê de Aylîn Karakaş bi nivîsa “Ji bo me jinan tu tişt di şevekê de dest pê nekir” qala tundiya li ser jinan, berxwedanên jinan ên cîhanê û dirûşma îsal a 25’ê Mijdarê hat nivîsandin.    Ezgî Sila Demîr jî bi nivîsa “Rûyê tundiyê yê veşarî; tundiya strukturel a sazûmankirî” balê dikişîne ser têgehên weke mobbîng, mansplaînîng, manterruptîng hwd. û qala tundiya strukturel dike.    Di nivîsa “Nîşeyên Konferansa Jin Pêşerojê Dirêsin - Jin li benda şoreşê nasekinin!” de jî Şen Suer balê dikişîne ser konferansa jinan a hefteyek berê li Berlînê hatiye lidarxistin ku ji 22 welatan bi sedan jin tev li bûbûn.    Di hejmara nû de her wiha nivîsa Hîcran Urun a bi ser navê “30 sal in bi tundiya dewletê re rû bi rû ye”, dosyaya Neslî Şahîner a bi sernavê “Li her devera Tirkiyeyê tundî heye” û nivîsa Saîme Topçu ya bi sernavê “Birîna Kûr Tertela Dersîmê” jî cih girtin.    Nivîsên di hejmara de cih girtin ev in:    Ji bo jinan tu tişt di şevekê de dest pê  nekir/ Aylîn Karakaş    Rûyê tundiyê yê veşarî; Tundiya strukturel a sazûmankirî/ Ezgî Sila Demîr    “30 sal in bi tundiya dewletê re rû bi rû ye / Hîcran Urun    Li her devera Tirkiyeyê tundî heye – Dosya / Neslî Şahîner    Nîşeyên Konferansa Jin Pêşerojê Dirêsin – Jin li benda şoreşê nasekinin!/ Şen Suer    Birîna Kûr Tertela Dersîmê / Saîme Topçu   Ji bo xwendina nivîsan bitikînin